Navenda Ragihandinê ya YPG’ê encama şer û berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê ya meha Tebaxê li Rojava û Bakurê Sûriyeyê eşkere kir. YPG’ê ragihand ku di meha Tebaxê de 57 çete û leşkerên Tirk hatine kuştin û 40 çete û esker jî birîndar bûne.

Li dijî dagirkeran 18 çalakî pêk hatin

Di daxuyaniya YPG’ê de hat gotin, hêzên wan li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê, 18 çalakiyên cûr be cûr pêk anîne û wiha pê de çû: “Di encama çalakiyên sabotaj, sekvanî, serdegirtin û kêmînan de;  57 çete û eskerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin (Ji van 7 esker, 2 serçete ne) 40 çete û eskerên artêşa Tirk a dagirker brîndar bûn. Di van çalakiyan de 5 AK-47, 2 demançe û hin belgeyên eskerî hatin bidestxistin, 4 wesayîtên eskerî û 3 motosîklet hatin rûxandin, 2 wesayîtên eskerî jî hatin derbkirin. Encama çalakiyekê nehate diyarkirin. Artêşa Tirk a dagirker 4 caran li herêma Efrînê operasyonên berfireh bi tevlîbûna bi hezaran çete û balafirên bê mirov li dar xist. Hemû operasyon di demên kurt de bê encam vekişiyan. Artêşa Tirk a dagirker 2 caran sînorê Rojava binpê kir û li herêma Serêkaniyê rasterast sîvîl kirin hedef. Di encama her du êrişên artêşa dagirker de 2 sivîl birîndar bûn. Hêzên me yekser bi heman awayî bersiv dan êrişan.”

6 şervan şehîd bûn

Di nav mehê de 2 rêhevalên me di encama berxwedana li dijî dagirkeriya li Efrînê, 4 rêhevalên me di encama nexweşî û qezayan de, bi giştî 6 rêhevalên me gihîştin şehadetê.”

 

EFRÎN