Di daxuyaniyê de hat gotin, ku dewleta Tirk ya faşîst, ku di 25’ê Tîrmeha 2015’an de li dijî gel û tevgera me li ser bingeha Plana Têkbirinê şerekî topyekûn da destpêkirin û li Sûr, Cizîr û gelek bajarên Kurdistanê bi rengekî bê perwa terora dewletê meşand. HPG’ê destnîşan kir ku tevî yê yekê jî nikaribûn vîna gelê Kurd bişkînin û berxwedan pêl bi pêl mezin bû. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk yên li ser qadên parastina Medyayê jî hatin bibîrxistin û wiha hate gotin: “ Dewleta Tirk ji van êrîşan ti encam bi dest nexist. Li hemberî dewleta Tirk, gerîlayên me hêza xwe parastine û bi perwerde, kûrbûn û moraleke bilind xwe dest bi pêvajoya biharê kirine. Tevî şert û mercên zivistanê jî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, gelek çalakiyên bersivdayînê lidar xistin û bi vî rengî hem destek dan berxwedana li bajaran hem jî hewl dan êrîşên dijmin bişikînin.”


Encama şer û pevçûnan

HPG’ê da xuyakirin, ku ji ber şert û mercên zivistanê hînê hemû yekîneyên gerîla tekmîla xwe bi temamî nedane û li gorî agahiyên gihaştine ber dest, bîlançoya şer a ji 1’ê Çileyê heta 30’ê Nîsana 2016’an eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, bîlançoya şerê 4 mehên dawî bi vî rengî ye:

* Operasyonên bejahî yên artêşa Tirk:43

* Êrîşên Hewayî: 183 (157 balafirên şer - 26 Helîkopterên Kobra)

*  Êrîşên bi hawan, obus û tankan: 310; -Keşfa hewayî: 215; -Şerê qewimî: 18 

* Çalakiyên ji aliyê hêzên me ve hatine kirin:139

* Hejmara dijminê hat kuştin (yên hatin tespîtkirin: 390 (polîs-leşker)

* Hejmara dijminê birîndar bûne: 198

* Hejmara maşînên leşkerî yên hatin rûxandin: 20

* Helîkopterên derb li wan hatin xistin: 7

* Gerîlayên me yên şehîd ketin: 80; 

* Gerîlayên me yên esîr hatine girtin: 4” 


 ANF/BEHDÎNAN