Tugaya Şehîdên Helebê ya YPG'ê têkildarî pevçûnên ku ev 3 rojin li Taxa Eşrefiyê ya Helebê di navbera hêzên YPG'ê û artêşa rejîma Sûriyeyê de diqewimin, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hêzên rejîmê di 31'ê Çileya 2013'an de bi balefiran êrîşî Taxa Eşrefiyê kirine û di encamê de 23 kesan jiyana xwe ji dest dane, 40 kes jî birîndar bûne, bi vê yekê re hewl dane ku Taxa Eşrefiyê dagir bikin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin kur ku hêzên YPG'ê jî neçar maye ku bersiv bide û parastina taxê bike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di pevçûnan hêzên rejîmê çekên giran (tang, doçka, kanas û hwd) bikar anîne, lê li gel vê yekê jî windahiyên mezin dane û wiha hat gotin: "Di pevçûnan de ji hêzên rejîmê 20 leşker hatin kuştin, 40 jî birîndar bûn. Her wiha hêzên rejîmê neçar man ku ji hinek cihan derkevin. Di pevçûnan de 5 şervanên me jî bi sivikî birîndar bûn."    
Derbarê pevçûnên roja duyemîn de jî di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: "Di roja duyemîn de hêzên rejîmê xwestin êrîşî taxê bikin, lê rastî berxwedana YPG'ê hatin û neçar man ku xwe paşve bikişînin. Di encama van pevçûnan de jî 15 leşker hatin kuştin û 30 jî birîndar bûn. Di van pevçûnan de 10 şervanên me jî birîndar bûn."
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku ji şervanên YPG'ê yên birîndar Munzur Yusif (Cîlo) û Welat Îsa (Şoreş) jiyana xwe ji dest daye. Her wiha hate gotin ku têkiliya bi komek şervanên YPG'ê re jî qut bûye û agahî ji wan nayê girtin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên rejîmê êrîşî sivîlan jî dikin û pevçûnên li Eşrefiyê didomin. 

HELEB