Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser riya ketina bajarê Şedadê ji bo eşkerekirina bîlaçoya operasyona Xezeba Xabûrê civîneke çapemeniyê lidar xist.
Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Fermî yê QSD’ê Telal Silo ve hat dayîn. Li wir rûspiyên şêniyên herêmê û fermandarên QSD’ê tevî xebatkarên dezgehên çepemeniyê jî amade bûn.
Li gorî daxuyaniya QSD’ê bîlançoya operasyona Xezeba Xabûrê ya ji 16 hetanî 22’yê sibatê dewam kir wiha ye:
l Firehiya ku hatiye rizgarkirin: 2 hezar û 400 km2; -Hejmara gund û gundikên: 315
l Hejmara kuştiyên DAIŞ’ê: 275 kuştî ji wan cenazeyên 55 çeteyan di destê şervanên QSD’ê de ye; -Çeteyên dîl hatin girtin: 9; -Hejmara maşîneyên çeteyan ku hatin teqnadin: 33
Çek û cebilxaneyên hatin desteserkirin
61 çekên Kalaşnikov, 24 hezar guleyên wê, 248 cercûr, û 211 rext. 13 çekên BKC, 18 hezar û 200 guleyên wê û 6 hezar û 405 zincîrên wê. 3 çekên Bernu, 2 cercûr û 800 gule. 2 çekên M16 û 3 hezar û 500 guleyên wê. Çekeke Ûzî 2 çekên RK. 4 demançe. 12 çifteyên 12 mm. Çekeke Spîçnal tevî 13 roketên wê. 13 çekên RBG tevî 42 roket û 24 heşû. 2 sindoq û 738 guleyên doçka 37 mm. Çekeke doçka 12.5, 5 hezar û 900 gule, tevî 4 sindoqan. 3 çekên doçka 14.5, 4 sindoq û 2 hezar û 150 gule. 2 çekên doçka A6. 4 hezar û 100 guleyên doçka 23 mm. 4 hezar û 200 guleyên Aleksey. 80 kêrên leşkerî. 12 moşikên geramhiyê. 10 fozayên din ên germahiyê. 9 rextên xwekujî. 4 sindokên teqemeniyê. 270 bombeyên destan. 144 bombeyên bi destan hatin çêkirin. Hawaneke 120 mm û 6 topên wê. 17 topên hawanên 82 mm. 82 topên hawana 60 mm ku bi destan hatin çêkirin. 5 hawanên bi destan hatin çêkirin. Roketavêjek tevî 53 topên wê. 2 balafirên kefşê yên biçûk
Qernasek. 11 topên tankê. 34 bêtêlên Hytra. 43 bêtêlên metrola. Dorbîneke tankê. 5 dorbînên germahiyê. 20 dorbînên rojê. Maşîneyeke FORD. 2 tirimpêlên HYUNDAI. Tirimpêleke KIA. Tirimpêleke leşkerî. Kamyonek. 6 motoskilêt. Yek sahrîc ango depo. Cenaretorek.
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Giştî ya QSD’ê di operasyona Xezeba Xabûrê de 20 şervanên wan ku bi lehengî li ber xwe dan gihiştin şehadetê.
ANHA/HESEKÊ