Ji siyasetvanên Kurd ên li Elmanyayê dîlgirtî, Bedrettîn Kavak, Alî Ozel û Alî Hidir Dogan piştî ku cezayên wan qediya, hatin berdan.

Komeleya Azadî ku ji bo mafên girtiyên Kurd ên li Elmanyayê têdikoşe, li ser siyasetvanên ku ji ber qanûna qaşo ‘antî terorê’ tên darizandin, agahiyên nû dan.

Aktîvîstê Kurd Alî Ozel Sibata sala 2015’an piştî ku hate destgîrkirin, Cotmeha 2016’an ji aliyê Dadgeha Eyaletê ya Bilind a Stûttgartê ve hatibû girtin û 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kavak jî, ku 24 salan di girtîgehên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de ma û piştre hate Elmanyayê, Tebaxa 2015’an hatibû girtin. Tebaxa 2016’an sê sal cezayê girtîgehê li Kavak hatibû birrîn.

Alî Hidir Dogan jî ku hefteya bihurî ji girtîgeha li Bremenê hate berdan, Nîsana 2016’an hatibû destgîrkirin. Dadgeha Eyaletê ya Berlînê Adara 2017’an 2 sal û 4 meh cezayê girtîgehê li Hidir Dogan birrîbû.

Li Elmanyayê salên dawî li 10 siyasetvan û aktîvîstên Kurd, ji ber siyasetê di ber azadiya gelê Kurd de, ji 2 salan heta 3,5 salan cezayê girtîgehê hatibû birrîn.

 

KOLN