
Ji Rojava koçber bû
Di dawiya sala 1969’an de ji Rojava derdikeve û diçe paytexta Lubnanê Beyrudê û di sala 1972’yan de dibe endamê Hevgirtina Hunermendên Lubnanê. Li vir hunermendên Ereb ên wekî Feyrûz, Nesrî Şemsidîn, Wedî’ Elsafî û Asî Rehbanî nas dike. Li Beyrûdê 2 salan dersên muzîkê girtin û demekê di nava koma muzîkê ya bi navê Serkeft de cîh digire. Di sala 1972’yan de vedigere Rojavayê Kurdistanê û bi çend hevalên xwe re komek muzîkê ava dike, koma wan tevlî şahî û pîrozbahiyên Newrozê dibe. Êdî hêdî hêdî navê Şêxo di nava gel de belav dibe. Şêxo ji ber zextên rejîmê di dawiya sala 1972’yan de diçe Başûrê Kurdistanê û ji wir jî diçe Bexdayê. Strana xwe ya yekemîn a bi navê “Baxçê Gula” li vir çêdike. Mehemed Şêxo piştre dîsa vedigere Qamişlo, lê rastî gelek pêkutiyên rejîmê tê û tê girtin. Di sala 1973’yan de cara duyemîn diçe Bexdayê, xebata xwe ya muzîkê didomîne. Li vir di serî de “Gewrê” zêdeyî 10 sitranan tomar dike.
Çûna Başûrê Kurdistanê
Êdî dengê hunermend, di radyoya dengê Kurdistan, Bexda û Kermanşahê de li çar perçeyên Kurdistanê dihat guhdarkirin. Di sala 1974’an de bi hunermendên kurd ên bi navûdeng Mehemed Arifê Cizîrî, Îsa Berwarî, Şemal Saib, Tehsîn Taha, Bişar Zaxoyî têkiliyan datîne. Di van salan de (1975) bandorê ji serhildana kurdan a bi pêşengiya Mustafa Barzanî digire û çend stranan dibêje. Piştî peymana Cezayîrê û têkçûna serhildana kurdan, Şêxo jî diçe Rojhilatê Kurdistanê û pişti demekê li kampa penaberan dimîne, li Mahabatê bi cîh dibe. Li vir zimanê farisî fêr dibe, lê xebatên xwe yên muzîk û welatparêziyê jî didomîne. Li Urmiye û Mahabatê li ser şopa Qazî Mehemed û Simko xebatan dimeşîne, lewre piştî 2 salan ji aliyê rejîma Îranê ve sirgunî parêzgeha Ostanê Mazenderan tê kirin. Hunermend Şêxo ku di 1983’yan de vedigere Qamişlo, di sala 1987’an de, tomargehekê vedike, lê rejîmê alavên wî hemû desteser dike. Şêxo li Qamişlo li navendek hunerî zarok û xort hînî muzîk û sitranan dike. Bi taybetî sitranên gelerî û sirûdên netewî û welatparêziyê fêr dike. Şêxo di 9’ê Adara sala 1989’an de di 41 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Hunermendê ku di dilê Kurdistaniyan de cihê xwe çêkiribû, ji aliyê nêzî 70 hezar kesî ve sipartin axê.
Bandor li mûzîka kurdî kir
Mehemed Şêxo ku di heman demê ji bo doza kurdayetiyê jî têdikoşiya, zêdetirî 110 stran çêkirin û 14 kaset tomar kirin. Bi stran, stîl û awazên xwe bandorek mezin li mûzîka kurdî kir û gelek stranên wî ji aliyê gelek stranbêjên kurd hatin şîrovekirin û gotin. Bi deng û awazên xwe, jiyan û hunera gelê kurd dewlemend kir. Berhemên wî li hemû parçeyên Kurdistanê hatin belavkirin. Ji stranên wî yên herî binav û deng çendek ev in: “Ay lê Gulê, Ay Gewrê, Sînem, Ey Felek/Kewê, Êmê, Dil Perîşanim, Nesrîn, Nalinêk.”
Bi hesreta welat bû
Hesreta Şoxê dîtina Kurdistanek azad bû û vê vê hesretê çavên xwe li jiyanê girtin. Bi destpêkirina pêvajoya şoreşê ya li Rojavayê Kurdistanê re, di warê hunerê de jî, bi danahevên demên borî gavên girîng hatin avêtin. Yek ji van danahevan jî ked û berhemên hunermendê nemir Mehemed Şêxo ne. Lewre ji bo xwedîderketina li berhem û jiyana wî li Qamişlo bi navê “Navenda Çand û Hunerê ya Mehemed Şêxo” navenda çandê hatiye vekirin. Li vê navendê hemû stranên Şêxo hatine komkirin.
ANHA/QAMIŞLO