DENÎZ ÎKE / ANF/AMED

Alî Ucun an jî bi navê xwe yê din Eliyê Qerejdaxî. Sala 1963 de ji diya xwe çebûye û ew 49 sal in li bilûrê dide. Eliyê Qerejdaxî hê 7 salî ye, nexweş dikeve. Dê û bav ê ku bêmecal, dixwazin wî bibin ser doxtor û hekîman lê ji ber feqîrî nikarin. Elî hingî kor dibe. Niha 58 salî ye, lê hê jî hêviya wî heye ku rojek dîsa bibîne. Qerejdaxî hê zarok e xwe bi xwe hînî bilûrê jî dibe, xwe pê mijûl dike. Eliyê Qerejdaxî wiha ji me re qala jiyana xwe dike: “Ez li gundê Şahdiyê hatime dinyayê û heta 45 saliya xwe ez li gund mam. Piştî ez kor bûm, hevala min herî baş bû bilûra min. Hê ez xortekî 15 salî bûm, min şivantî dikir. Li gelek herêmên Amedê min şivantî kir û li ber keriyê pez min bilûr lêdixist. Dema min bilûr lêdixist keriyê pezê min jî baştir diçêrî. Dema pez ji min dur diket min dest diavêt bilûrê û min dinalî, di nava çend kêliyan keriyê pezê min li dor min kom dibû. Wê demê ji niha gelek xweştir bû. Ji ber hinek sedeman ez neçar mam hatim bajêr û niha li Amedê dijîm. Lê ez gelek bêriya wan rojan dikim û xwezî li wan rojan tînim.”

Bila ev çand wenda nebe

Qerejdaxî ku hezkirineke mezin di dilê xwe de ji bo bilûrê dihewêne, dibêje “Bilûr derman e” û wiha pê de diçe:“Bilûr ji bo birînê dermanê kewê ye û ji hemû derdan re birîn û bêhn e. Ji ber ku evîn, hezkirin, dîrok û xemên me vedibêje. Di demê berê de tenê ev amûr hebû û Kurdan bi vê amûrê huner dikir. Weke vê serdemê evqas amûr tunebûn. Tembûr hebû ew jî yek têl bû. Niha hevalê min yê herî qedîm û baş bilûra min e. Dema bêhna min teng dibe, ez aciz dibim dest diavêjim bilûrê û bi bilûra xwe dinalim. Bilûr dilê min rehet dike. Lê belê her ku diçe ev çanda kevnare winda dibe. Divê em xwedî li vê çandê derkevin û vê çandê zindî bihêlin.”

Çi elaqeya wan bi çanda Kurdî re tineye

Her wiha di dawiyê de Qerejdaxî, gazincên xwe yên di der barê hunermedên çanda biyanî dixin nava çanda Kurdan de anî ziman û got: “Gelek hunermendên Kurd hene bi Kurdî dibêjin lê belê çi elaqeya wan bi çanda Kurdî re tineye. Çanda biyanî xistine nava çanda me de. Dema ez guhdarî wan dikim ji xwe şerm dikim. Li dijî qirkirina çandê ez bang li hemû stranbêj û hunermendên Kurd dikim ku xwe nas bikin û xwedî li çanda xwe derkevin.”