Dîsa li sernivîs û li navê nivîskarî nêrî. Xelîl Cibran: Bimeşe, guh mede kesî!
Hêdî hêdî mîna hêzeke nehênî ew bi firê xistibe û feyzek lê peyde kiribe, dest bi xwendina nivîsara li ser pelikê kir:
‘Dosto, li rojê binêre, li axê binêre, li avê binêre, li ewran binêre, lê li paş xwe nenêre…Ne girîng e kî hatiye, ne girîng e kî nayê jî, ji bîr meke; rêvingî diguhere, rê diguhere, lê armanc naguhere, bi meyzandina rêvîngî ve, riya xwe ji bîr meke!’
Baran sekinîbû, lê hilmeşorana ji betonê difuriya, hundirê hewşê germ dikir, xwêdana li ser eniya xwe paqij kir û li ser gotina nivîskarî hizirî: Ev çi rasthatinî ye, ev dostê ciwan çawa û ji ku zanî ku ez di haleteke wiha ya giyanî de me û gotinên vî nivîskarî bi min gihandin? Ya rastî hîna di destpêkê de gotina: Bimeşe, guh mede kesî, li paş xwe nenêre. Wek tasek ava cemidî ya di ser tenûra sincîrî de bête xwarê, wisa kizînî û çizînî ji hundirê dilê wî anîbû. Li aliyê din gava bi awayekî bêhnfireh û aram hizir kir, hat hişê wî ku ev gotin ne mîna vedîtineke pirr nû ye, lê di ew kêlî û ew rewşa ruhî ya têdeyî de, mîna ayetên ji pirtûkeke pîroz a ji bo kesekî bawermend lê bandor kiribû.
Di wê navê de li derdora wî, li masa lê rûniştî komek ji jin û mêran rûniştibûn. Li koşeyê jî Dîno û Zoro rûniştibûn. Bi çavên sil û biguman û guhên xwe bel kiribûn li derdorê temaşe dikirin.
Dîno mîna ku ji rewşeke nehênî û sawdar têgihiştibe car bi car di guhê Zoro de dikir pistepist.
Yên li derdora maseyê rûniştî jî, her bi mijarên cûr bi cûr re û bi awayekî, gotin dianîn ser yan jî ew neçarê bersivê dikirin. Kêliyekê nema debar kir û got, "Ji kerema xwe re, piçekî min rehet bihêlin, ez dixwazim hindek bi serê xwe bihizirim.
Lê bersiva girtî hîç ne bi dilê wî bû: "Ka tu li ser çi hizir dikî, em jî tevlî te bibin! Û heta dibe ku em alîkariyekê jî bidin te."
Wî xwest kin bibire: "Na, spas. Ev ne karekî komasî û tevahî ye, nexasim divê mirov carinan bi tenê jî hizir bike."
Lê dîsa jî belaya xwe jê venekirin û heta yek ji wan bêyî ku destûrê bixwaze, destê xwe avêt pelika di destê wî de û pê re jî çavên wî ji hev bûn: "Weyyy… Xelîl Cibran ha! Mêze kin, hevrê çi dixwîne? Welle ev bipêşketineke pirr girîng e. Dûvre dest pê kir û derbarê nivîskarî de agahiyên li cem heyî parve kirin: "Xelîl Cibran mirovekî pirr zana û şareza bûye. Heta mirov dikare bibêje ku feylesof û peyamberiya wî jî hebûye."
Wî hêj gotina xwe tewa nekiribû, ya din jî beşdar bû: "Cibran ji Lubnanê ye, lê li Emerîkayê jiyaye. Di nav herdu çandan de wî sentezeke hizrî ava kiriye. Sedema bipêşketin û bilindbûna wî ya di qada ramanê de jî ev e.
Ew ne tenê nivîskar û feylesof bû, di heman demê de jî şaîrekî pirr zîrek û xurt bûye.
Lê mixabin di nav hejarî û belengaziyê de miriye!
Bi taybetî jî, rojên wî yên li Parîsê û gava demekê vedigere Lubnanê hêja ne ku mirov bixwîne û li ser kûr û dûr hizir bike."
Ji nişka ve barana kelandî ya beriya bi gavekê, cardin lêkiribû. Eniya wî jî bi morîkên ji xwêdanê, mişt tîjî bûbû. Bi milê kurtekê xwe xwêdana xwe paqij kir û di ber xwe de got: "Ev çi sosret e yabo! Ev kîjan ji wan devê xwe vedike, li ser nivîskarî gotineke wan heye. Ya rastî, min jî hindek ew nas dikir, lê ka ti li wan binêre! Tu dibêjî qey navika wî birrîne!"
Li hêla din Dîno û Zoro ji rewşê ne razî bûn. Dîno di guhê Zoro de got, "Mêzeke, ev çi rezalet e! Ev dergeha pîroz û evra vegerandine cihê sohbet û galegalên qehwexaneyan! Zoro hişyar be, divê em ji her tiştî re amade bin. Zoro jî di wateya ‘ez her dem amade me’ de serê xwe hejand."
Kêliya ew pirs û alozî di mêjiyê wî de dabûn dû hev, jina ciwan a li hember, bêyî ku li pelikê binihêre, beşeke din a ji helbesta nivîskarî ji ber xwend:
"Li rê binêre, rêvingî nas bike, hûkmê xwe yê derbarê rêvîngî de hingê bide, ya xerab ne ew e ku rê bê rêvîngî be; ya herî xerab ew e ku rêvîngî bê rê be. Bê rê, bê armanc, bê mebest û şaşwaz…
Yên dibêjin riya herî rast, riya bê kelem e, ew te dixapînin.. Guh mede, kelem û strîkên di lingê te re diçin, mizginiya wê gula te kirî armanc e."