
Min li cihekî xwendibû: “Îmkan nîne mirov kûrbûna jiyanê bi peyvan vebêje; ji ber ma bi peyvan ba çi qasî dikare bê? Ma ji peyvan rojek dikare çêbibe? Ma peyv dikarin li ber pencereyeke vekirî wek peşkên baranê yên mezin bibarin, mirovekê/mirovekî ji xewa giran şiyar bike û kêfxweş bike?”
Belê hevalên me yên wer hene ku tu gotin têr nake wan vebêje. Tu hest têra xwe nikare wê bide hîskirin. Di kêliyên wiha de rêya herî baş, ev e ku kesa/kesê hûn dixwazin têkildarî wê binivisînin ew bi xwe, xwe bîne zimên. Em ê jî bi rapor û nameya ku gerîla Savûşka bi xwe nivîsandiye bi we bidin nasîn.
Şervan û gerîlaya rûmetê Savûşka di rapora xwe ya ji Tevgera Azadiyê re nivîsandiye de wer behsa xwe dike:
“Ez sala 1979’an li Manîsayê ji dayik bûm.
Bi eslê xwe ji navçeya Gimgim a Mûşê me. Malbata min welatparêz e. Min lîse li Meletî, zanîngeh li Enqereyê xwend. Min Fakulteya Perwerdeyê ya Biyolojî sala 1999’an terk kir û tevlî nav refên partiyê bûm.
Di tevlîbûna min de her çi qasî hestyarî û ruhê fedayî yê li hember pêvajoya komploya 99’an hebe jî, sedema min, xwe dispêre paşerojê. Piştî min PKK nas kir, PKK ji bo min bû tercîha jiyaneke alternatîf.
Herî dawî ez rapora xwe bi hemû hêz, dilsozî, biryardarî û baweriya xwe bi pêşniyara xwe ya daxwaza ‘Çûna Bakur’ pêşkêşî rêxistinê dikim. Rêbertî got: ‘Kesên girêdayî, durist, bi biryar û bawer dikarin biçin Botanê.’”
Temenê min bi pêvajoya Îmraliyê re yek e
Ji nameya ku gerîla Savûşka ji Rêbertî re nivîsandiye çend detay:
“Merheba Heval
Her çi qasî ez bi destpêka ‘Merhaba Heval’ dest bi nameya xwe dikim jî, ya rastî haya min jê heye ku min hundirê bûyîna ‘Heval’ danegirtiye; lê di rêya hevaltiyê ya ji çiyê ber bi giravê ve pirek e, wek şervaneke te, bi hezkirina bibim hevalek te, bi pistepista ‘Merheba Heval’ tenê min xwest dîwarên Îmrali hilweşînim. Ji ber tu mirovê di her serdemê de bi tenê dijî, ez di nav hewldanan de me ku ji tenêtiya te re bibim şirîk.
Niha ez xwe amade dikim ku bibim layiqî çiyayên ku ez dizanim hesreta te ya hezarê salan e û bi tesîra bêeman a çiyayan a azad dike bibim şervaneke te. Temenê min bi pêvajoya Îmraliyê re yek e. Strandin û hevîrê min timî bi êş, hêrs û biryardariya wê bû...
Em gihiştin dawiya nameyeke ku wê qet dawiya wê neyê heval. Pir û pir li xwe baş binihêre. Ji bo pirsgirêka te ya bêhnê min dixwest bax bax giya û nefesek hewaya çiyê bişînim, lê… Mixabin tişta ku tenê dikarim ji bo te bikim wê ew be ku bi hêz û xurt bijîm, bi hêz şer bikim Heval. Û ji bo te bi çar destan min ew girtiye. Niha bi hêviya ku em ê hev du bibînin ez dawî li nameya xwe tînim heval.
Bimîne di xweşiyê de Heval…”
Nasnameya wê
Nasnav: Savûşka Adar
Nav û Paşnav: Gulcîhan Sonmez
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 4.3.1979 /Manîsa (Bi eslê xwe ji Mûşê ye)
Navê Dê û bav: Kubar Navê Mehmet Emîn
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 14.7.1999/Enqere
Herêmên lê maye: Qendîl, Behdînan, Kelareş, Bakur
Dîrok û Cihê Şehadetê: 26’ê Tebaxa 2008/di pevçûna li Motkiyê de