Êrîşa çeteyên PDK-ENKS´ê ya li dijî Şengalê li bajarê Elmanyayê Dortmûndê û li Ermenistanê hat şermezarkirin.
Li bajarê Dortmûnd bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclîsa Jinan a Rozerîn, mîtîngek hat lidarxistin û êrîşa çeteyên PDK û AKP’ê ya li dijî Şengalê hat şermezarkirin.
Di mîtîngê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bimre xiyanet”, “Bijî Berxwedana Şengalê” hatin gotin. Her wiha pankarta li ser nivîsandî “Kujer Erdogan” hat hilgirtin.
Saziyên Kurd ên li Ermenîstanê jî êrîş çeteyên PDK’ê ya li Şengalê bi tundî şermezar kir. Nûnerên saziyên Kurd ên li Ermenîstanê, bi armanca şermezarkirina vê êrîşa çeteyan a li dijî Êzîdxanê, li Ofîsa Kurdistan Komîte civiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Serokê Şêwra Kurdên li Ermenîstanê Kinyasê Hemîd, Seroka Kurdistan Komîte Jinîka Qadir, Serokê Êzîdxanê Solo Dûrboyan, Berpirsyarê rojnameya Zagros Lîanna Mhoyan, Berpiyarê rojnameya Ryataze Tîtalê Kerem û endamê Bijîjkên Kurdistanê Dr. Zurbe Îboyan tevlî civîna çapemeniyê bûn.
Di daxuyaniya hevpar de êrîşa çeteyên PDK’ê ya li dijî Şengalê weke xiyanet hat binavkirin û bi tundî hat şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ev êrîş beşek ji konsepta rejîma Tirk e û bang li serokê PDK’ê Mesûd Barzanî hat kirin, ku ew dev ji van kiryarên xwe berde, naxwe wê dîrok wan hemûyan rûreş bike.
Saziyan ji gelê Kurd bi taybetî civaka Êzîdî xwest, ku li çar aliyên Kurdistanê û li her devera cîhanê rabin ser piyan û xwedî li hêza YBŞ/YJŞ’ê derkevin.
DORTMUND / ÊRÎVAN