Di ferhenga kurdî de li cihê asimilasyonê peyva „bişaftinê“ tê bikaranîn. Ango komekê, kêmarekê, gelekî di nava xwe de helandin; ziman, çand, bawerî û têgîhîştina jiyana wan têkbirin e. Dewletên dagirker bi sedan salan e ku vê hovitiya li dij mirovahiyê bi kotekê pêktînin. Gel û neteweyên bindest jî li dij vê jenosîda ziman û çandî li ber xwe didin. Bi dehan gel di vê tekoşînê de bi ser ketin. Mixabin ku li Kurdistana bakur asîmîlasyon sedî nod bi ser ketiye. Sebebên vê gelek zelal in: 

1 – Ne tenê zimanê kurdî hat qedexekirin, jiyana bi kurdî jî hate qedexekirin. Dewletê bi zanistî jiyana aborî (ajalwanî û çandinî) ya li Kurdistanê têk bir, sanayî li metrepol û bajarên tirkan geşkir, li aliyekî jî kotekeke nedihat ragirtin bikaranî, ji bo lipêmayînê, debara xwe kirinê kurd di divêtiya çûyîna metrepolên tirkan de man. Ketin nava wan di nava wan de heliyan, vegeriyan yên din jî helandin.

2 – Ziman û çanda gelê kurd wek hevîrê dewlemendkirina ziman û çanda tirk bikaranî. Bi sedan gotin û biwêjên kurdî çi rasterast çi wek werger bikaranîn. Folklora kurd bi melodiyên cuda ve ji tirkî û turku re kirin mal.

 3 – Medya dîgîtal pir baş bikaranîn û hê jî bikartînin. Lê vê carê kurdên bişaftî pêşkêşiyê dikin. Bi her gotin û helbestî tirkî şîrîn dikin.

4 – Bi hezaran kurd guhezandin diranên çerxa bişaftinê. Dengbêj, şovmen, helbestvan, niviskarên tirkan jî êdî bi giranî nijadkurd in. Ev esilkurd bi hunerên xwe kurdên bi zimanê kurdî mayî jî dikişînin nava tirkî.

Jixwe televizyonên bi rêzefîlmên bûka devhêranê 24 saet vekirîne; internet, twiter û facebooka her sanîye aforîzmên bi tirkî jehrkirî di mejiyên ciwanan de diçikîne, bi wehz, qursên quran û selata çanda eraban ya bi tirkî boyaxkirî bîrê mejiyan dilewitînin.

Û bi ser ketin! Hey hawar hawar bi ser ketin!..

Bersiva me çi ye? Tenê diruşmeya “Bimre asimilasyon!” Û? 

Her sal di pazdehê gulanê de komên erbanê, komên bi cil û bergên kurdî, bi hin pankart û şiyarên li ser kartonan nivisî; wekî şahêlaya dewetekê, yan jî xwepêşandaneke folklorîk derdikeve kolanan, çend caran diqêrin û dibêjin; “Bimre asîmîlasiyon!” çawa qêrîna vê dirûşmeyê qedya li hev dinêrin û ji hev re bi bişirîn dibêjin: “ Kiz, kîm daha iyi bagirdi?” û bi tirkî dikenin. Li pey jî her kes diçin malên xwe yên tirkî lê hêlîna xwe çêkirî. Tenê vê rojê “bimre asimilasyon!” lê her roj û her saniye bi tirkî, ango “bijî asimilasyon!” Bû çi? Tirk jî bi vê roja em hestên xwe yê wek têbiniyekê di mejî de mayî ditêrînin, serbilind in û dibêjin: “Em jî wek amerîkanan neteweyeke mezin in, êdî çermsorên me jî hene! Tenê rojekê diqêrin û di mala xwe de rûdinin.“ Dibe ku tirk, yan jî tirkên nijadkurd vê têkin cejna zimanê têkçûyî û bibêjin; “heyy asîmîlasyon! Bijî her bijî ku te rojeke cejnê ji me re yadîgar kir!”

Li Amedê fuara pirtûkan hebû, şaredariyê hem cih amadekiriye û hem jî ji weşanxaneyan perê ştandan nestandiye (sipas ji bo şaredariyê), lê hemû panel bi kêm guhdaran derbas bûye. Kêm kes fuar ziyaret kirine, li gor wê firotina pirtûkan jî çawa hatiye hêvîkirin, wisa nebûye. Ev tenê bi serê xwe rastiya me ya nêzîkbûna li kurdî li ber çavan radixîne.

Bi gotineke kurt û kurmancî tenê rojekê, bi du erbane lêdan û bi çar „bijiyan“ nabe û bi vê metodê pêşî li asîmîlasyonê nayê girtin!. Divê edî tedbîr û çalakiyên herî redîkal were pêkanîn, hem jî di qada jiyanê de. Wek mînaka îrlandîyan, wan malên îngîlîzan, tişt û emlakên wan nedikirin, têkiliyên xwe yên mirovî jî ji wan qutkiribûn, bi wan re nediaxivîn. Divê em jî bikanin bi kêmasî têkiliyên xwe ji zimanê tirkî qut bikin. Tu berhemên bi tirkî nekirin, televizyonên tirkî ji malên xwe derxînin, medya wan ji xwe dûr bixin, bi mirinî berê xwe bidin kurdî û tenê kurdî! Bi kurdî rabin, bi kurdî rûnin û bi kurdî bijîn. Hemû derfet û metodên mirov bikane zimanê kurdî bike serdest bikarbînin. Li zimanê kurdî xwedî derketin ev e. Wisa redîkal nebe, raperîneke netewî ya bi rika Tevgera Azadî nekeve jiyanê, dê ziman têkbiçe.