Hikûmeta AKP'ê her diçe polîtîkayên înkar û îmhayê li dijî pirsgirêka Kurd kur dike û zext û zordariyên li ser siyasetmedarên Kurd ji berê heta niha bi heman ramanê berdewam dike. Hikûmeta AKP'ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi projeyên berê navê wê "Pêşîlêvekirina Kurd" pişt re "Pêşîlêvekirina demokratîk" û her dawî navê wê kirin "Projeya Yekîtî û Yekbûna Neteweyî" operasyonên leşkerî û siyasî pêşketin. Di 9 salên dawî de pêktutiyên li ser siyaseta Kurd pêk tên ji pêktuyên ji sala 1989'an pêktên cuda nîn in. Polîtîkayên zext û zordariyên ên li ser siyaseta Kurd bi sala 1989'an bi avakirina Partiya Ked a Gel (HEP) destpêkirin bi OZDEP, HADEP, DEHAP û DTP'ê berdewam kirin.

Partiyên hatin avakirin hatin girtin

Parlementerên SHP'ê yên di cotmeha 1989'an de li Parîsê tevlî Konferansa Kurd bûn Kenan Sonmez, Îsmaîl Hakki Onal, Ahmet Turk, Mehmet Alî Eren, Adnan Ekmen, Mahmut Alinak û Salîh Sumer di 16'ê mijdarê de ji partiyê hatin îxrackirin. Abdullah BaştUrk, Fehmİ İşIklar, CUneyt Canver, Mehmet Kahraman, Arİf SaG û Îlhamî Bînîcî yên biryara îxracê protesto kirin di 23'yê mijdarê de, Kemal Anadol, Husnu Okçuoglu û Tevfîk Koçak di 1'ê kanunê de, Kamîl Ateşoglu û Aydin Guven Gurkan jî di 13'yê kanunê de ji partiyê îstîfa kirin. Pişt re rêxistina Amedê bi komî îstîfa kir. Di nav de 10 wekîlên îstîfa kirin ên SHP'ê di 7'ê hezîrana 1990'an de HEP avakirin. HEP di hilbijartina 1991'an de bi SHP'ê re tifaq çêkiri û bi 18 wekîlan çû meclîsê. Pişt re der heqê partiyê de bi îdîaya "Armanca yekîtî û hebûna welatî gel û dewletê xera bike û di vê rê de xebatan bike" xwast bê girtin. Di 14'ê tîrmeha 1993'yan de bi biryara hevdengiya 11 endamên Dadgeha Mezagonê HEP hate girtin. Partiya Demorkarasî (DEP) a pişt re jî hate vekirin rastî heman aqubetê hat.
Berî destnedayîna wekîlên DEP'ê bê rakirin 10 roj berê Serfermandarê wê demê Dogan Gureş di daxuyaniyekê de got,"Pêdivî tuneye eşqiyayan li Bekaayê lêbigerin. Mixabin ji wan hinek niha di bin banê Meclîsê den" wekîlên DEP'ê hedef nîşandan. Serokwezîra wê demê Tansu Çîller jî di civîna koma partiya xwe ya di 2'yê adara 1994'an de axivî û wiha gotibû: "Li Meclîsê siyasa PKK'ê xwe stradike heye. Em mecburin vê yekê li ser meclîsê rabikin". Pişt re destnedayîna 6 wekîlên DEP'ê hate rakirin.

Parlementer hatin binçavkirin

Parlementerên DEP'ê Orhan Dogan û Hatîp Dîcle di 2'yê Adara 1994'an de dema ku ji Meclîsê derketin ji aliyê polîsên sivîl ve bi awayekî hov hatin binçavkirin. Di heman rojê de li meclîsê biryara destnedayîna parlementerên DEP'ê Orhan Dogan, Hatîp Dîcle, Leyla Zana, Ahmet Turk, Sirri Sakik û parlementerê serbixe Mahmut Alinak hate rakirin û 1'emîn Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê der heqê parlementerên Kurd de biryara "Demildest bigirin lêpirsînê" da. Piştî Orhan Dogan û Hatîp Dîcle, di 4'ê adara 94'an de Leyla Zana û wekîlên din jî hatin binçavkirin û di 17'ê adarê de hatin girtin û şandin Girtîgeha Navendî ya Enqere. Di 16'ê hezîrana 1994'an Dadgeha Makezagonê biryara destnedayîna 13 wekîlê bê rakirin da. Di 1'ê tîrmeha 94'an Selîm Sadak hate binçavkirin û 12'yê tîrehê de hate girtin. Di 3'yê tebaxa 1994'an de doza 6 wekîlan dest pê kir û di 8'ê kanuna 94'an de bi encam bû. Dadgehê ji wekîlên Amedê Hatîp Dîcle û Leyla Zana û wekîlên Şirnexê Orhan Dogan û Selîm Sadak re bî îdîaya "endamên rêxistinê ne" ji her yekî re 15 sal cezayê girtîhê da û ceza ji aliyê 9'emîn Daîreya Ceza ve hate erêkirin.

Biryara wekîlên DEP'ê ya tahliyeyê

Parlementerên DEP'ê di sala 1996'an serî li DMME'yê dan û di sala 2001'an de serlêdan bi encam bû û bi hinceta mafê darizandinê hatiye binpêkirin ji her wekîlekî re 25 hezar dolar û ji bo lêçunên dadgehê jî 10 hezar dolar hate dan. Piştî zagona hejmara 4793'yan hate guherîn parêzerên wekîlên DEP'ê ji bo ji nû ve bên darizandin sderlênda kirin. Piştî serdozgeriyê xwest û biryara 15 sal ceza bê xerakirin parêzeran tahliye xwe û dadgehê biryar da. 9'emîn Daîreya Ceza girtina wekîlan a 10 sal zêde berdewam dike li ber çava girt û biryara tahîleya 4 wekîlên DEP'ê da. Wekîlên DEP'ê di 9'ê hezîrana 2004'an de serbest hatin berdan. Orhan Dogan û hinek wekîlên din ên DEP'ê ji bo hilbijartina 22'yê tîrmehê ji bo wekîliya serbixwe serlêdan kirin.
Piştî wekîlên DEP serbert hatin berdan ji aliyê hikûmetê û Serokomariyê ve erênî hatibû dîtin. Serokomar Ahmet Necdet Sezer got, "Ev biryara dadgehê ye. Tu gotin tuneye." Serokê Meclîsê Bulent Arinç "Ez biryara dadgehê wekî yên berê bi rûmet dibînim. Ez erê dibînim." Gelek wekîl û wezîran jî biryar bi erênî nirxandibûn.

Ligele bi salan raman nehete guherîn
Piştî 123 salan DTP'e hate avakirin û hemû xebatên wê wekî sûc hatin dîtin û pişt re jî doza girtinê lêhate vekirin. Dadgeha Makezagonê biryara girtina DTP'ê da û ji 37 kesan re jî biryar 5 salan siyasetê nekirin da. Ligel vê yekê wekîliya Serokê Giştî yê DTP'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk xist jî da. Piştî vê yekê wekîlên DTP'ê bertek nîşan dan û li Amedê kombûn biryara "sîne-î mîllet" girtin lê piştî gelek derdoran hevdîtin bi wekîlan re pêk anîn ji vê biryarê vegeriyan. Wekîl û şaredarên DTP'a hate girtin bi merasîmekê derbasî BDP'ê bûn.
Di 14'ê nîsana 2009'an de di bin navê "KCK'ê" de li dijî siyasetmedarên Kurd, parêzvanên mafên mirovan û gelek derdorên din operasyon hate lidarxisitn.  Operasyonên binçavkirin û girtênê yên bi heman navî her roj bi berfirehî berdewam kirin. Di 24'ê kanuna 2009'an de bi operayoneke din a li dijî BDP'ê 7 şaredarên BDP'ê hatin girtin. Binçavkirina Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak dîmenên 16 sal berê pêk hatin anîn hişên mirovan. Dema şaredar û siyasetmedarên Kurd anîn edliyeyê destên wan kelepçeyî û bi rêz wêneyên hatin kişandin û ji çapemeniyê re hatin serwêkirin. Operasyon hêj berdewam dikin û bi hezaran siyasetmedarên Kurd hêj girtîne û tên girtin.

Piştî 15 salan Hatip Dîcle dîsa hate girtin
Parlementerê DEP'ê Hatîp Dîcle ku di sala 1994'an de hate girtin, piştî hate berdan bû Hevserokê KCD'ê. Di 26'ê kanûna 2009'an de li gel 23 kesên Serokê DTP'a Amedê Prz. Firat Anli, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Muharrem Erbey û şaredar jî di navde ji doza “KCK'ê" hatin girtin.
Parlementerê DEP'ê Mahmut Alinak, di 22'ê mijdara 2011'an e ji doza “KCK'ê" hate binçavkirin. Pişt re li 11'min Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê serbest hate berdan. Li ser îtirazê di 8'ê kanuna 2011'an de dîsa hate binçavkirin û ji aliye 1heman dadgehê ve hate girtin. Parlementerê DEP'ê û Şaredarê Sêrtê yê niha Selîm Sadak di 24'ê kanûna 2009'an de ji doza “KCK'e" hate binçvkirin û serbest hate berdan.
Parlementerê DEP'ê Orhan Dogan ku ji parlementoyê hate derxistin û pişt re 10 salan di girtighê de ma di sala 2007'an de li Mihrîcana Çand û Hunerê ya Bazîdê qirîza dil derbas kir û di 29'ê hêzîrana 2007'an de jiyana xwe ji dest da.

Tiştek nehate guhertin

18 sal berê parlemenetên DEP'ê ji meclîsê hatin derxistin û hatin girtin. 18 sal derbas bûn, niha jî 3 parlementerên BDP'ê û di navde şaredar, endamên meclîsa şaredariyê, Endamêm Meclisa Giştî ya Bajar jî hene zêdeyî 6 hezar siyasetmedarên Kurd ji doza “KCK'ê" girtî ne. Operasyonên li dijî nûnerên Kurdan berdewam dike.

Hêj Kurdî zimanê nayê zanîn e
Di çarçoveya operasyonên "KCK'ê'ê de li Amedê jê 103 girtî der barê 152 kesan de doz hate vekirin û îdîaameya ji 7 hezar û 578'an pêk dihat hate amadekirin. Du hemû rûniştinên darizandina siyasetmedarên Kurd ên ji doza KCK'ê tên darizandin de parastina Kurdî hate redkirin û wekî zimanê nayê zanîn hate qebûlkirin.

Demirtaş: Li pey xwe kaş kirin û binçavkirin, lê têk neçûn

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş ji pêvajoya DEP'ê heta BDP'ê nirxand û diyar kir ku polîtîkayên dewletê yên li dijî siyaseta Kurd li gel 18 sal jî derbas bûn hehatiye guhertin, lê dîsa têkoşîna gelê Kurd berdewam dike. Demirtaş, ani ziman ku politîkayên dewletê yên li dijî Kurdan bi rê û rebazên cuda û polîtîkayên taybet ên derûnî, înkar, îmha û perçekirinê didomin. 


ALPER ATALAY - DÎHA/ENQERE