Xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat, binçavkirina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Azadiya Welat Mehmet Emîn Yildirim û Nûçegîhana DÎHA'yê Nîlgun Yildiz û xebatkarê kovara Demokratîk Modernîte Selahattîn Aslan û hemû girtin û zextên li dijî çapemeniya şermezar kirin û diyar kirin ku çi dibe bila bibe ew ê dengê xwe bilintir bikin.
Xebatkaran, di daxuyaniyê de binçavkirina Yildirim şermezar kir û wiha got: "Rojnameya me îro bi manşeta xwe ya ku hevalê me Mehmet Emîn Yildirim avêtiye 'Riya çapemeniya azad berdewam e' derket. Bi fermana AKP'ê duh Gerînendeyê Giştî ya Rojnameya me Mehmet Emîn Yildirim, Nûçegîhana DÎHA'yê Nîlgun Yildiz û xebatkarê kovara Demokratîk Modernîte Selahattîn Aslan ji aliyê polêsên AKP'ê ve hatin binçavkirin. Armanca terora wan ya binçavkirinê ew e ku dengê me qut bikin. Lê ew jî baş dizanin ku çi dibe bila bibe emê dengê xwe bilindtir bikin."
Xebatkarên rojnameyê dan zanîn ku ne cara yekem e bi terora wan re rû bi rû diminîn û wiha berdewam kir: "Roja ku me bi dest weşanê kiriye heta niha bi dehan car terora wan re rû bir û man. Rojnameya me gelek caran hat girtin. Hevalê me Vedat Kûrşûn bi 525 salan hat darizandin zîhniyeta çewsîner, zîhniyeta ‘yek yeko’ ji xwe re digot ku ew ê êdî bitirsin, bêzar bin û dev ji riya xwe berdin. Me ji riya xwe berneda û em bêzar nebûn. 166 sal ceza dan Vedat. Rojname dîsa derket heta ji bo Vedat rojname xurtir derket. Ji bo Ozan Kilinç, Emîne Demîr, Bedrî Adanir, Rûken Ergun, ev rojname xurtir derket. Ew ê ji îro şûnde jî xurtir derkeve. Tirkiye bi girtina rojnamevanan re di dîroka xwe de ku bi qirkirin û komkujiyan dagirtiye, komkujiyeke din zêde kir. Hikûmeta AKP'ê û şêwirmend wê dixwazin 'Împaratoriya Tirsê' ava bikin û kesên ku li pêşiya vê daxwaza qirêj astengin bi girtinan dixwazin bêdeng bikin."

Xebatkarên rojnameyê bal kişandin ser armanca girtin û binçavkirinê û wipa pêde çûn: "Dixwazin bi girtina rojnamevanan ve gel ji agahî û geşedanan bi awayekî rast û durist serwext nebe. Dixwazin qetilkirina Ûgûran, Enesan, Ceylanan veşêrin. Dixwazin qetilkirina ciwanan, qetilkirina Aydinan, Mûstafayan, Mûratan, Şerzanan veşêrin. Dixwazin bûyerên wekî ya Geliyê Tiyarê ku 36 ciwanên Kurd bi awayekî hovane û bi kîndariyeke li dinyayê nehatiye dîtîn hatibûn qetilkirin veşêrin. Dixwazin kirinên zîhniyeta xwe ya qetlîamker ku di gorên komî de hestî bi hestî dertê holê veşêre. Dixwazin qêrîna dayik û bavan yên ku kur û keçên wan ji aliyê heman zîhniyetê ve hatine windakirin û her roj li kolanan rastî terora dewletê tên veşêrin û bêdeng bikin. Ji bo ku rastî di tarîtiyê de nemîne em li ser sond û peymana xwe ne. Ew ê rastî di tarîtiyê de nemîne."Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Gelek hevalên me di wan salan de hatin qetilkirin. Lê ev pênûs li erdê nema. Me pênûsa xwe, fikr û ramana xwe li hemberî qetlîaman tûjtir kir. Îro roj serokwezîrê vî welatî di berîka xwe de bi lîsteya fermana girtina Kurdan digere. Lê em şopdarên Apê Mûsa, dildarên rastiyê wekî şervanên heqîqetê tim li vir bin. Çawa ku serokwezîra qetlîamker niha di sergoya dîrokê de ye. Ew ê heman zîhniyeta ku forma qetlîamê wekî girtînê guhertiye jî bikeve heman sergoyî. Em bangî raya giştî dikin ku bila li hember qirkirina çapemeniyê bêdeng nemînin."

AMED




Jin bûn nûçegihan û belavkarê dildar


Nûnerên saziyên jin ên Amedê ji bo piştgiriyê bidin DÎHA'yê û binçavkirina 46 rojnamegrên Kurd şermezar bikin nûçegîhaniya dildarî kirin û rojname belav kirin. Jinan ji bo dîhayê kameremanî kirin û dîmen kişandin.
Jinan piştgirî dan Rojnameya Azadiya Welat, Ozgur Gundemê û DÎHA'ye Nûnerên saziyên jinen e Amedê bi boneya piştgiriye bidin çapemêniya azad rojname belevkirin û bi dildari nuçe gihanî kirin. Li ber AZC Plazayê rojnameyên Azadiya Welat Ozgur Gundemê û nuçegihani kirin. Di belavkarî ye da 50 rojname hatin belavkirin ji aliye saziyên jinan Ceren, SELÎS, Koperatifa Jinan a Rezan, KADEM, DİKASUM û gelek saziyên din tevli çalakiyê bûn. Li se rnavê jinan Seroka Komeleya SELÎS'ê Ruşen Seydaoglu, anî ziman ku ew operasyon û zextên li ser çapemeniyê şermezar dikin û dixwazin bi lezgîn xebatkarên çapemeniyê serbest bên berdan. Jinan, anîn ziman ku ji iro û şûnde dê wekî nûcegîhanên dildar xebatê bimeşînin û wiha gotin: "Em dê hem wêneyan bikişînin û hem jî dîmenan bikişînin. Em de rojnamegeriya xwe bi xwe bikin û bi dildarî bikin tu zext me ji tekoşine nikarê dur bixe."


Ji Dakiyên Aştiyê piştgiriya DÎHA'yê

Li aliyê din dayikên Aştiyê yên Amedê jî ajansa me DÎHA ziyaret kir û pişt re ji bo serdegirtina buroyan û binçavkirinan şermezar bike li ber Çeysa Plazayê daxuyanî dan çapemeniyê. Dayikan di daxuyaniyê de dowîzên "Faşîzma AKP'ê nikare çapemeniya azad bêdeng bike", "Bese Ji Faşizma AKP'ê re", "Em hemû nûcegîhanê DÎHA'yê ne" û "Heqîqet nayê bedeng kirîn", "Erdogan fermandê dide polîs digire" û "Em he mu Nûçegihanên DÎHA'yê ne" hatin hilgirtin.

Li ser navê Înîsiyatîfê Hava Kiran daxuyanî xwend û diyar kir ku dixwazin bi girtina rojnamegerên Kurd dengê gelê Kurd bigirin û wiha got: "Serdagirtina li dijî DÎHA'yê ew e ku pêşiya rastiyan bigirin e." Raîfe Ozbek jî bang li hemû rojnamegerên li herêmê dixebitin kir û wiha got: "DÎHA li herêmê çav û guh e divê hemû rojnamegerên li herêmê ji DÎHA'yê re nûçeyan bişînin."

AMED