
Endamên Koordînasyona Meclisa Şanoya Kurdistanê Berfîn Emektar, Kemal Ulusoy, Yavuz Akkuzu û Derhênerê Şanoyê Giyasetin Şehîr diyar kirin ku ew naxwazin bibin parçeyek pergala kapîtaslîst.
Komên şanoyan yên li Kurdistanê di 3'yê tîrmehê de li Amedê di civînekê de hatin cem hev û biryara Meclisa Şanoya Kurdistan girtin. Şanogerên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firat, Navenda Çandê ya Mezopotamya, Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û komên şanoyê yên ji Dîlok, Agirî, Şirnex û Wêranşarê tevlî civînê bûn. Di civînê de pirsgirêk û pêşniyarên li ser şanoya Kurdî hatin nîqaşkirin. Di encama nîqaşan de derket holê hewcehî bi rêxistinbûnekî nû heye. Ev yêk dê hem pirsgirêkên şanoyê çareser bike û hem jî dê pêşiya wan vebike. Li ser vê yêkê Meclisa Şanoya Kurdistan hat avakirin. Di nava meclisê de koordînasoya ji 7 kesan pêk tê.
Rêvebirina koman
Endama Koordînasyona Meclisa Şanoya Kurdistan Berfîn Emektar diyar kir ku demek dirêje dihizirin ku rêxistinekê di nava komên şanoyê de avabikin. Emektar got ku eger li hemû qadên civakê rêxistinbûnek hebe, divê şanoger jî rêxistinbûna xwe pêk bînin. Emektar da zanîn ku ew naxwazin bibin parçeyek pergala ku civakê parçe dike û wiha axivî: "Me dît ku tişta herî rast ji bo me li ser rêyek kolektîf rêxistinbûna xwe pêşxistin û xebata xwe li ser vê yêkê meşandin e." Emektar anî ziman ku ew dixwazin bi komên şanoyê yên li bajarê din re jî kar bikin û wiha got: "Em dikarin li di çarçoveya paradîgmaya xwe de li gel komên şanoyê yên din re jî bixebitin."
‘Şano civakî ye’
Endamê Koordînasyona Meclisa Şanoya Kurdistan Kemal Ulusoy jî diyar kir ku gelek pirsgirêkên şanoya Kurdî yên teknîkî, hûnerî û rêxistinî hene û wiha got: "Ji ber wê jî hewcehî bi meclisekê hebû. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê têkilî di nava komên şanoyê de hebe. Da ku em bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin û li ser pirsgirêkan hurbibin." Ulusoy da zanîn ku bi pêşketina teknolojiyê re şano lewaz bûye û wiha axivî: "Niha teknolojî ketiye hemû mal û gundan. Divê em jî tekiliyên xwe bi civakê re çêbikin û şanoyê bibin nava civakê." Ulusoy got ku divê ew ji gel re bêjin di jiyanê de şano heye.
Ji bo hemû zimanan re vekiriye
Endamê Koordînasyona Meclisa Şanoya Kurdistanê Yavuz Akkuzu jî destnîşan kir ku divê têkilî di nava şanogeran de hebe, ji bo ku alîkariyê bidin hev û wiha got: "Em dikarin di aliyê xebat, lîstikvan, derhêner û hemû qadên kar de alîkariyê bidin hev." Akkuzu anî ziman ku bi saya tekoşîna azadiyê pirsgirêka ziman nemaye, lê zimanê Kurdî hêj di bin asîmîlasyonê de ye û taluk hêj berdewam dike. Akkuzu da zanîn ku ji bo ev taluke û pirsgirêk ji holê rabibe divê ew li ser çîrok û efsaneyên kurdî xebatên xwe bikin û van bi civaka kurdî re bînin cem hev. Akkuzu got ku dibe navê meclisê "Meclisa Şanoya Kurdistanê" be lê meclisa wan ji komên din ên şanoyê re jî vekirine. Akkuzu daxuyand ku ji bo bikaribin hêsantir karê xwe bikin dê pêvajoyek fermî ji bo meclisê avabikin.
'Pêwîstî bi rêxitinekî nû hebû'
Derhênerê Şanoyê yê Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê Giyasetin Şehîr jî got ku heta niha karê şanoya Kurdî bi awayek belav û bêrêxistin dihat kirin û wiha axivî: "Pêwîstî bi rêxitinekî nû heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan 'Meclisa Şanoya Kurdistanê' ava kirin. Ev karek pir baş e."
EVRÎM KEPENEK/DÎHA/AMED