MEHMET ZAHIT EKINCI / HAMBURG
Li eyaleta Elmanyayê Hamburgê hilbijartina parlamena eyaletê wê 23ʼyê Sibatê çêbe. Ji Partiya Çep namezeta rêza yekê, Cansu Ozdemir e ku yek ji siyasetvanên eyaletê ye û xelk herî zêde jê hez dike. Tîma futbolê ya Kurdan a bi navê Bingol Sporê ku li Hamburgê di lîga amator de ye, diyar kir ku ew destekê dide Cansu Ozdemirê.
Li ser navê rêveberiya klubê, Bahri Esen daxuyanî da, Cansu Ozdemir weke namzeta hevpar a Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Hamburgê bi nav kir. Wî got, ew jî weke tîma futbolê destekê didin Cansuyê.
Ji bo tîma xwe jî wî got, “Em klubeke kêm dîtî ne ku gelek ciwanên sporê dikin, dihewîne. Ji bo ku ciwanên me di jiyana civakî de serketî bin, em xwe diwestînin. Weke Bingolsporê em di hilbijartina 23ʼyê Sibatê de destekê didin namzeta Partiya Çep a ji rêza yekê Cansu Ozdemirê. Ez bang li hemû hemşeriyên xwe yên li Hamburgê dikim, roja hilbijartinê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Cansu Ozdemirê”.
Cansu Ozdemirê jî ji ber desteka Bingolsporê, malavahiya wê kir û got, “Heger ez weke parlameter dîsa bêm hilbijartin, weke parlamenter heger tiştek ji destê min bê, ez ê texsîr nekim û ji bo Bingolsporê bikim. Niyaz dikim Bingolspor di koma xwe de bibe şampiyon û derkeve lîgeke li jortir.”