
Di nava 12 salan de di demên herî krîtîk de hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bi parêzer û malbatan re hate astengkirin. Gelek caran rastî cezayê hucreyê hat, mafê telefon û hevdîtina bi 3 kesan re nehat dayîn, rojname bi sansurkirî hatin d ayîn. CPT’ê li Îmraliyê rapor girt lê raporên CPT ber çavan nehat girtin û bi awayekî dij hiqûqî hevdîtinên Ocalan hatin qeydkirin. Axaftina Ocalan ya bi Kurdî hate qedexekirin. Serlêdanên parêzerên Ocalan bê encam ma û herî dawî 36 parêzerên Ocalan di bin navê Operasyonên KCK’ê de hatin girtin. Saziyên mafê mirovan, CPT û DMME li hember vê hiqûqê hê jî bêdeng in.
Tecrîd û hiqûqa ji bo yek kesî di sala 1999’an de li dijî Ocalan destpê kir. Ocalan di hucreya xwe de 24 saetan bi kamerayê tê şopandin, deriyê mazgalê her saet tê kontrolkirin, mafê 10 deqe telefon ku ji bo hemû girtiyan tê dayîn ji bo Ocalan nehat dayîn, rojname û kovar bi awayekî sansurkirî tên dayîn. Di sala 2009’an de li ber avahiya ku Ocalan dimîne binayek nû hate çêkirin. Li dora bînayan dîwarê ewlehiyê hate çêkirin.
Tecrît û îzolasyon
Li Girava Îmraliyê nexweşiyên Ocalan her çû zêde bûn. Tecrîd, îzolasyon û rutubetê nexweşiyên Ocalan girantir kirin. Di sala 2007’an de Ocalan rastî jehkirinê hat û hat gotin ku sedemeke jehrbûna Ocalan jî boyaxa odeyê ye. Ocalan ji aliyekî ve rastî jehrkirinê dihat ji aliyê din jî rastî cezayê hucreyê hat û tenduristiya Ocalan ber çav nedihat girtin.
Di sala 2008’an de jî Ocalan îcar rastî êrîşa fîzîkî hat. Ji devreyî îradeya wî porê wî hat kurkirin. Bi taybet jî sala 2008’an de êrîşên li diji Ocalan zêde bûn û 120 roj rastî cezayê hucreyê hat û hevditînên malbat û parêzeran hat astengkirin.
Polîtîkayên tecrîda Îmraliyê bandora xwe ser girtiyên din jî kir. Hevdîtinên girtiyên bi navê Şehmuz Poyraz, Cumali Karsu, Hakkı Alkan, Hasbi Aydemir û Bayram Kaymaz yên bi malbatan re hat qeydkirin. 5 girtiyan ev pêkanîn şermezarkirin û diyarkirin ku heta ev pêkanîn bi dawî nebe dernakevin hevdîtinan.
Erdgan hedef nîşan da
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan piştî ku Buroya Hiqûqê ya Asrinê hedef nîşan da li dijî parêzerên Ocalan di bin navê Operasyonên KCK’ê de operasyon pêk hat û 41 parêzerên Ocalan hatin binçavkirin û ji van 36 parêzer hatin girtin.
Mafê Ocalan heye ku her hefte bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne lê li gorî rewşa siyasî hevdîtin pêk hatin. Di salên derbasbûyî de rêbaza ku herî zêde dewletê serî lêda astengkirina hevdîtina bi parêzeran re bû. Di nava 3 salên dawî de hevdîtin 66 caran hate astengkirin. Hevdîtin her tim be hincetên ‘koster xirabe’, ‘rewşa hewayê xirabe’ hat astengkirin. Ji 27’ê tîrmehê vir ve ev 139 roj in hevdîtinên Ocalan tên astengkirin.
Raporqen CPT
Pêkanînên tecrîd û hiqûqa taybet ya ji bo yek kesî hin caran bû sedem ku CPT li Îmraliyê lêkolînan bike. CPT yekem car di sala 1999’an de çû giravê û der barê rewşa Ocalan raporeke ku ji 49 madeyan pêk tê amadekir. Piştî êrîşa 11’ê îlona 2001’an hevdîtinan Ocalan ya bi malbat û parêzeran re heftê 2 caran daket heftê carekê û 2 saetan daket saetekê. Hevdîtinên Ocalan piştre jî bi hincetên ‘koster xirabe’, ‘Rewşa hewayê ne baş e’ hate astengkirin. Hevdîtin 2-3 mehan carekê pêk dihat. Di sala 2003’an de CPT careke din ji bo lêkolînê çû Îmraliyê. CPT careke din rapor amadekir û pêşniyar kir ku îzolasyon bi dawî bibe û hevdîtinên Ocalan ya bi malbat û parêzeran re neyê astengkirin. CPT cara sêyemîn ji bo jehrkirina Ocalan lêkolîn bike di sala 2007’an de çû Îmraliyê. Hat gotin ku rapora der barê jehrdayînê dê di rojên pêş de bê aşkerakirin. Nûnerê CPT’ê Fabrice Kellens midurê Enstîtuya Tipa Adlî ya Zanîngeha Cenevreyê Timothy Harding piştî lêkolînê diyarkirin ku di navbera salên borî û niha de li hember rapor û pêşniyar an guhertin qed nehatine çêkirin an jî pir kêm hatine çêkirin. Rapora ku CPT’ê der barê Grava Îmraliyê amade kiribû di sala 2010’an de hate aşkerakirin. Di raporê hat gotin ku bila hucreya Ocalan ji bo ku tavê bibîne bê çêkirin ku Ocalan ev hucre wekî tabûtê binav dikir. Her wiha 5 girtiyên ku sewqî Îmraliyê bûne bila hevdîtin di navbera girtiyan çêbibe. Hat gotin ku divê Ocalan bi malbata xwe re bi telefonê biaxive û ev maf neyê astengkirin.
Ev 139 roj in agahî ji Ocalan nayê girtin û CPT hê jî bêdeng e û li dijî serlêdanên parezeran ya ji bo CPT gav nayê avêtin û saziyên mafê mirovan vê pêvajoyê bi awayekî bêdeng temaşe dikin.
ÇAGDAŞ KAPLAN /STENBOL