Serokê Şaxa TU-HA-DER'ê ya Edeneyê Ahmet Dogan, der barê pirsgirêkên girtiyên siyasî û şertên girtîgehan de agahî dan. Dogan, anî ziman ku daxwazên girtiyên siyasî bê bersîv dimînin û polîtîkayên taybet tên meşandin. Dogan, bilev kir ku li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê piştî hewa sar bûn û şûnde ji ber ku daxwazên wan ên kalorîferê bi cih nayên girtî dicemitin û ji ber vê yekê nexweş dikevin. Dogan, destnîşan kir ku girtî bataniyan dixwatin, lê daxwaza wan a bataniyan jî bi cih nayê û ev li dijî mafên mirovan e. Dogan, derbirî ku ji ber rayedarên girtîgehê daxwaza girtîgehê bi cih nîne, girtî bi derfetên xwe daxwazên xwe bi cih tînin. Dogan, bilêv kir û alav û amûrên li kantîna girtîgehê jî 2 qat bûha bûye û wiha got: "Li aliyekî daxwazên wan nayê bersivandin û li aliyê din rûmeta wan tê kişandin. Roje 2 caran li ser piyan wan dijmêre. Divê dewlet gavên erênî bavêje. Li Girtîgeha Karataş a Jinan jî pirsgirêk gelek zêde ne. Li Karataşê jî her tim neheqî li jinan tên kirin û mafê wan ê mirovahiyê te binpêkirin.
Dogan, daxuyand ku nexweş nayên dermankirin û wiha axivî: "Bi sedan girtiyên nexweş hene. Ji sedî 20'ê girtiyan bi nexweşiyên rewşa wan giran in. Ji bo ku em balê bikişînin ser pirsgirêkên girtiyan em dê serî li hemû rêyan bidin. Ger ku pêwist be em dê dest bi çalakiya gireva birçûbê bikin. Latif Badur ji ber ku nehat dermankirin nexweş ket û jiyana xwe ji dest da. Aşkare ji mere gotin hûn dê bên cenazeyê wî bibin. Daxwazên girtiyên nexweş jî nayê çareserkirin."