Bîrên me yên derûnî, fizîkî û civakî, hêmanên sereke ne ku birêveçûna jiyana me diyar dikin. Gava em jiyana xwe weke çîrokekê binirxînin, gelek caran ji destpêka çîrokê heta dawiya çîrokê, lêhûrbûna me li ser van hêmanan e bê ka di nav mejiyê me de li ku derê cih digire.
Serdar MUTLU
Di jiyanê de heyîniya me ya herî girîng “bîr” e. Ez qala wê hêzê dikim ku li her merhaleya jiyana me li ber serê me ye, bi awayekî din parçeyek ji laşê me ye. Hêzeke wisa ye ku her dem û mekana ku em tê de ne, dikare bar bike dem û mekaneke din. Wekî “gerdûneke mîkro” ye, ya ku hemû materyalên ji bo avakirina “gerdûna makro” di xwe de bihewîne.
Di kûrahiya bîrê de angaştin tine. Bîrên me yên derûnî, fizîkî û civakî, hêmanên sereke ne ku birêveçûna jiyana me diyar dikin. Gava em jiyana xwe weke çîrokekê binirxînin, gelek caran ji destpêka çîrokê heta dawiya çîrokê, lêhûrbûna me li ser van hêmanan e bê ka di nav mejiyê me de li ku derê cih digire. Wekî bibîranîna ku ji zarokatiyeke bi êş maye û di navbera me û siberojê de pir ava dike. Paşeroja me çîroka me dinivîsîne, jiyane me jî çîroka civakê.
Dûrketina ji bîrê biyanîbûn e
Çîroka me yan jî dîroka me ya ebedî li ser laşê me nivîsî ye. Mirov li ser xwe û li ser civakê dinivîsin; civat jî li ser mirovan dinivîse. Em dikarin çîroka xwe ji bedena xwe bi hêsanî bixwînin. Gaveke din bi pêş ve, rasterast an nerasterast, em dikarin çîrokên mirovên ku bi me re ketine têkiliyê jî ji bedena xwe bibînin. Çaxê em hemû tiştan kom dikin, em di têgeha çîrokê de kûr dibin. Bi awayekî din em tê digihîjin ku “dîrok di roja me de, em di destpêka çîrokê de sipartî ne”. Berovajiyê vê dibe “biyanîbûn”. Ji xwe biyanîbûn û ji civakê biyanîbûn. Çawa ku Marks gotiye, “hêzên hilberiyê yên ku li destekî kom dibin, biyanîbûn” be, ji dûrketina ji navenda bîrê jî, ji xwe û ji civakê biyanîbûn e.
Çîroka ne ya hevpar
Gelo bi bikaranîna huner em dikarin çîroka me ya hevpar derxine holê? Ya rastî; ev bi hezar salan e ku mirovahî, bi vegotina dîtbarî û derûnî ya huner, ya ku em pê dijîn, wê dibînin, his dikin û hîs dikin, bi kar tîne. Vegotina hunerbarî, bûye rêya herî vekirî û aloz ji bo vegotina danehevên bedenên me.
Hêza huner ji bo parastina bîra hevpar heye. Baweriya min jî ew e ku civak her çiqasî bîranînên xwe biparêze, ewqasî dibe “civaka demokratîk”. Ez di xebatên xwe de hewl didim nîqaşên “bîr”ê parve bikim. Çîrokan berhev dikim û wan çîrokan dikime “çîroka hevbeş”. Sermeselê, parvekirin, yek ji zagonên sereke ya mirovahiyê ye. Dema ku em û kesên din bi hev re malekê, gundekî, bajarekî, welatekî yan jî gerdûnekê parve dikin, em bi wan kesan re dikevine nava çîrokeke hevpar. Teknîk ne girîng e, şîrovekirin girîngtir e, dibe ku bibe peykerek, wêneyek an jî hunerê bicihkirinê (înstalasiyon). Bi şêweyekî hêsanî, dema ez portreya mirovekî diwênim, xêz dikim, çîrokên karakterên li derdora wî mirovî jî li ser bedena wî mirovî xêz dikim. Bi gelemperî bi vê vegotinê mirovên ku koç dikin (bi wateyeke din, mirovên ku dimeşin) bi cih dikim. Dibe ku ev penaber bi karakterên sereke re qet neketibine têkiliyê yan jî bi qasî ku min li çîrokên wan guhdar kiriye, mirovên ku min temasî wan kiriye. Li vê xalê armanca esasî pevgihandina çîrokên ku qet temasî hevûdin nekirine û parastina hemû bûyerên e ku li vê gerdûnê diqewimin, esas parçeyekî çîroka me ne.
Penaberî zehmet e Penaberbûn hêsan
Performanseke me ya li pêşaneyeke min a li bajarê Bielê ê Swîsreyê, dikare bibe mînakeke zindî. Hevaleke min î Tirk ji bo gerê ji Tirkiyeyê hatibû Swîsre û rojekê ku em bi otostopê digeriyan, ji parezerê xwe bihîst ku ji ber ku li hemberî DAIŞ´î beşdarî civîneke qanûnî ya çapemeniyê bûye 10 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birrîn. Weke tûrîstekê, ji bo gerê hatibû, lê êdî nedikarî vegere welatê xwe. Çimkî ji wê nişkê ve êdî ew jî bûbû penaberek. Belê, jiyana penaberî ne hêsan e, lê penaberbûyîn çiqas hêsan e!
Me jî berî pêşandana min performanseke spontane nivîsî. Hevala min di navbera awirên şaşwaz yên mêvanan de (35-40 kes), li ber resmên min ên derheqê çîrokên penaberan de xwe tazî kir û rûnişt. Dû re min jî hewl da ku li ser bedena wê, çîrokên penaberan binivîsim; ango li ser bedena penabereke nû, penabereke ku çîrokeke hevpar diparêze. Me bi vî awayî nedixwest, lê êdî çîroka min û wê û me û wan bûbû hevpar.
Peyama hereketa di nava resma min de ev e: ”Em di heman çîrokê de dijîn”...