Belgefîlma bi navê Bîr a ku derhêneriya wê Veysî Altay kiriye, di Mihrîcana Filmên Navneteweyî ya La Paz de û Belefîlma bi navê Nûjîn a heman derhênerî di Mîhricana Filmên Navneteweyî ya Atlantik de xelatên belgefîlmê herî baş wergirt.

Derhêner Veysi Altay bi belgefilmên Bîr û Nûjîn xelatên belgefilma herî baş wergirt. Altay, bi Belgefilma Bîr di Mihrîcana Filmên Navneteweyî ya La Paz de û bi Belefilma Nûjîn di Mîhricana Filmên Navneteweyî ya Atlantik de xelatên belgefilmê herî baş wergirt. Belgefilma Bîr di 5-8’ê Îlonê de li Bolivya di Mihrîcana La Paz de hat pêşandan û filma herî baş hat hilbijartin. Belgefilma Nûjîn ku êrişên DAIŞ‘ê yên li dijî Kobanê digire dest jî di 12-15’ê Îlonê de li Kolombiya li Mihrîcana Navneteweyi ya Atlantik hat pêşandan û wekî belgefilma herî baş hat hilbijartin. Nûjîn berê jî li Mihrîcana Filman a Babel li Îtalya hatibû hilbijartin. Belgefilma Bîr jî li Hindistanê di mihrîcana Filman a Lakecityê de wekî hikayeya herî baş hatibû hilbijartin.

NAVENDA NÛÇEYAN