Endamê ENKS’ê Feysel Yusif îdîa kir ku ew bi armanca muxalefetek yekgirtî tevli dibin, lê dema rastiya ku ENKS’ê heta niha bi hincetên cuda pêdiviyên peymana avakirina Desteya Bilind a Kurd bicîh ne anîne, li ber çavan tê girtin, pirsa “Gelo ENKS’a ku yekîtiya Kurdan perçe dike wê çawa koalîsyonê bihêz bike?” tîne hişê mirovan.


Peymana Hewlêrê binpê dike
Di demeke ku ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê behsa civîna Cinevre-2 tê kirin û hemû civaka Kurd a rojavayê Kurdistanê dixwaze ku Kurd bi îradeya xwe ya siyasî tevli civînê bibin de ENKS der barê mijarê de civînek lidar xist.Di civîna ku 2 roj beriya niha li Qamişlo hat lidarxistin de mijara “ENKS wê di nava koalîsyona muxalefeta Sûriyeyê de tevli civînê bibe yan jî bi navê xwe” hat gotubêjkirin. Lê li gorî agahiyên ji çavkaniyên pê bawer, tevi ku ENKS di nava Desteya Bilind a Kurd de cîh digire û hemû gelên Rojava dixwazin ku Kurd li ser navê Desteyê tevli Cenevereyê bibin jî ev mijar nehat nîqaşkirin. Her wiha tevî ku peymana Hewlêrê ya avakirina Desteya Bilind dibêje ku tu aliyek nikare li gorî serê xwe tevli civînek navnetewî bibe yan jî hevdîtinan pêk bîne jî mijara Desteyê nehat rojevê.

Ger muxalefet qebûl neke...

Di encama civînê de biryar hat girtin ENKS di nava koalîsyona muxalefeta Sûriyeyê ya ku heta niha Kurd û mafên wan nas nekirine de tevli civîna Cenevre-2 bibe. Dibe ku ji ber vê yekê be jî di civînê her wiha biryar hat girtin ger ku koalisyon wan qebûl neke jî ENKS dê bi serê xwe tevli Cenevreyê bibe.

Mabest bêhêzkirina Kurda ye

Endamê Desteya Rêveber a ENKS’ê û Serokê Tevgera Çakszazî û Veguhertinê Feysel Yûsif ku der barê mijarê de agahî da,  got ku koalisyon şertên wan qebûl neke jî dê bi rengekî serbixwe tevlî Cenvreyê bibin, lê ne got ka dê çawa tevli bibin an jî tu aliyan ew vexwendine yan na. Yusif got ku wan endamên xwe yên dê cihê xwe di nava koalîsyonê de bigirin jî diyar kirine.

ANHA/QAMIŞLO