Dewlet saziyeke legalîzekirina şîdeta serkariyê ye. Li gor zanyarê alman Max Weber: "Dewlet yekîtiyek e ku di nava herêmekê bi sînaoran vebirî de monopola rewakirina koteka fîzîkî ye." Dema mirov li serkariya AKP-RTE dinêre, bi zelalî dibîne ku her bêdadî, xwînxwarî, bêbextiya dewleta dagirker bi zagonan tê legalîzekirin. Hem jî li ber çavên hemû cihanê sûcên li gor zagonên navnetewî bi navê dewletê dikin. Ev sûcê mirovahiyê, kotek, bêdadî ne tenê ji kesayetiya RTE tê. Di bingehê xwe de ev bîr û vîna dewletê ye. Her dewlet xwedanê bîr û vîneke dîroka xwe ye. Kirin, xwînxwarî, bêdadî yan jî dadwerî ya dewletê di vê bîr û vîna dewletê de veşartiye.
Mînak: Dewleta Elman dijminê bindestan e. Zagona 125/a ji bo reşikên Namîmbiyayê hatibû derxistin, Hîtler li dij cihûyan bi kar anî. Serkariya Hîtler bi navnetewî hate darezandin, lê ev zagon û zagonên wekê wê neguherîn. Qedexeya PKK´ê jî li ser bingeha vê zagonê bû. Dîsa darezandina rexnekarê qerfî Jan Böhmermann ji ber Erdogan, li ser zagona “Bêrêziya li hember qiraliyetê” ji dema împaratoriya elman ve maye. Ev aliyê zagonî yê dewletê tê zanîn, lê aliyê nepenî tiştek din e.
Dewleta Tirk bîra xwe ya bingehîn bi aliye sextekariyê ve ji Bîzansan, ji aliyê xwînxwariyê ve ji seferên talanê yên ji Navenda Asyayê, ji aliyê talan (xenîmet) û bêdadiya zayendî ve jî ji çanda Çolistanê girtiye. Û ev bi awayê pirensîbên dewleta Tirk di giyan û vîna dewletê de rûniştiye. Lema li Tirkiyê behsa pirtûka sor tê kirin. Çend mînak ji bîr û vîna dewletê:
Bîr 1 - Osmaniyan hemû çete û xwînxwar bi xwe ve girê didan, sergerdê wan dikir fermandar û ji bo serkariya xwe bi kar tanî. Mistefa Kemal çeteyên wek Topal Osman di kujeriyan de bi kar anîn. Dewletê di salên nodî de jî, tewanên qirêj bi JÎTEM, îtirafkar, mafya ulkuciyan û cerdewanan da kirin. Serkariya AKPê li gel van koman li Sûrî û Iraqê komên ji nava Ixwan El-Muslimîn derketîne (Ji çeteyên tirkmenan ta DAIŞ´ê) bi kar tîne.
Bîr 2 – Hovitî û wehşeteke ji mejiyan der bikaranîn, bi wê tirsandin û teslîmgirtin. Osmaniyan li Balkanan mirov li singan xistin. Li Anatola mirov bi saxî kirin biran (Kuyucu Mustafa Paşa) serî xwastin û.. Wehşeta kemalîstan li Amed, Geliyê Zîlan, Dêrsim û... tê zanîn.
Di salên heştêyî de wehşeta li zîndanan, serê gerîlayan jêkirin, bikaranîna wehşeta hizbilkontra. Û niha cinawiriya li bajarên Kurdistanê tê pêkanîn, ji vê bîrê ye.
Bîr 3 – pêkanîna komkujîyên peryodîk da ku tirs di bîra bindestan de zîndî bimîne. Yavûz di sefera Çaldiranê de bi sedhezaran Elewiyên Kurd qetil kir. Komkujiyên li rojava Anatolya û Balkanan. Di dawiya têkçûna xwe de komkujiya Ermeniyan, Suryanî û Rûman. Di dema Komara kemalîstan de jî komkujiyên li Kurdistanê (Dêrsim, Zîlan, 33 gulle ûhwd.) Di dema serkariya Erdogan de Roboskî, Geliyê Teyarê, Suruc, Amed, Enqere.
Bîr 4 – Di nava gel, kom, bawerî û kêmaran de nakokî û guman afirandin, li hev sorkirin, wek dijminê hev nîşandayîn. Mînak, Elewiyên Kurd, Kurdên şafîî wek dijminê xwe pejirandiye. Lê dema mirov li rastiyê dinêre, tu rêber û pîrozwereke Elewiyan bi destê şafiîyan nehatiye kuştin. Heta Cafer el-Kurdî yê şafiî hewl daye ku Mansûrê Helac rizgar bike.
Bîr 5 – Têkbirin, sotin, înkarkirin, manîpulasyon, bi belgeyên sexte xwînxwariyên xwe porkirin, hemû beşên civaka xwe li gor vê amadekirin û kirina hevparê tewanên xwe. Hima mirov vê bêdengiyê bide aliyekê, li hemberê xwînxwariyan li çepiklêdanên gelê Tirk binêre vê rarstiyê dibîne.
Bîr 6 – Di kujeriyan de tim îslamîst derxistine pêş, ew bi kar anîne. Osmaniyan bi şeyxulîslam fetwa dida derxistin, bi wê kujeriyên xwe mîsagor dikir. Atatirk jî bi fermî gotiye; ev welat û dewleta hemwelatiyên îslam e. Îro jî di kujerîya Kurdan de sentêza tirk-îslam tê bikaranîn.
Encam; ev bîra dewletê di vê dema sedsaliya kujeriya Ermenî, Suryanîyan de hewl dide ku bi kujerî, derbiderkirin a Kurdan hem kêşeya Kurd wek kêşeya Ermeniyan ji holê rake, hem jî sedsaliya kujeriya Ermeniyan bide jibîrkirin. Mijar berfireh e, tenê çend xalên giring hatin ravekirin. Bi hêviya rast têgihîştina vê bîr û vîna dewletê. Ez sedsaliya kujeriya Ermeniyan bi bîr tînim û bi her aliyan ve serkarî, bîr û vîna dewleta Tirk bi nefret şermezar dikim.