Bîra ku berê hawirdora wê bi bax û baxçe bûn, niha di nav gumletên betonî de veguheriya sergoyan. Bîra Dewteştê ya ku tê wateya “Teşta ku deve jê avê vedixwin”, bi firehbûna xwe 12, bi kûrahiya xwe jî 10 metre ye. Berî li hawirdora avahî bên çêkirin, hawirdora bîrê ji darhinar, darhejîr û gelek fêkiyên din xalî nedibû. Ji ber ku ava wê paqij bû gel ji bo vexwarinê av jê dikişand û her wiha wek hewzê avjeniyê jî dihat bikaranîn. Piştî hawirdora wê ji bo îmarê hat vekirin, niha derdora bîrê ji çop û gemarê xalî nabe û her wiha dîmenekî nexweş dide der.
DÎHA / RIHA