Documentarist a ku 28’ê Gulanê dest pê kir, êvara 2’yê Hezîranê bi dawî bû. Li 7 cihan li dor 70 belgefîlmî hatin nîşandayîn, panel, gotûbêj û çalakiyên din hatin lidarxistin. Her wiha belgefîlmên qederê 20 welatan hatin nîşandayîn.
Fîlmê Selîm Yildiz hêjayî xelatê dîtin
Ji bo teşwîqkirina belgefîlmkaran xelatê didin kesekî yekemîn belgefîlmê xwe kişandiye ku navê wê jî “Xelata Jîrekiya Nû” ye. Juriya ku ji Fusun Demirel, Gurcan Keltek, Suncem Koçer, Enis Kostepen û Virginia Cromei pêk dihat fîlma Selîm Yildiz a bi navê “Bîra Mi Têtin” hêjayî xelatê dît. Jurî ev belgefîlm bi gotinên “Di erdnîgariyeke dijwar de, di cihekî zehmetiyên kişandina dîmenan heyî de kameraya xwe li cih û dema ku divê daniya, daniye û bi qasî şer, jiyana rojane ya li pişt şer jî bi awayekî hessas aniye ziman” pesinand.
6 rojan piştgiriya post-produksiyon didin
Xelat, bi ji bo di projeyeke nû de bi kar bîne 6 rojan piştgiriya post-produksiyonê dide derhêner.
Her wiha belgefîlma Ahmet Murat Ogut, Aylin Kuryel, Begum Ozden Firat, Emre Yeksan a bi navê “Hoşçakal Lenin” (Bi xatirê te Lenîn) jî bi Xelata Taybet a Juriyê hat xelatkirin. Belgefîlma Selim Yildiz “Bîra Mi Têtin” li ser kuştina Kurdên li Roboskê hatiye çêkirin.
STENBOL