Hevserokê Partî Çareserî Demokratî Kurdistan (PÇDK) û Endamê Hemwelatiyê Azad û Wekhev Mele Zana jî konê şînê ziyaret kirin.
Serokê konfederasyonan eşîra Biradostan Kerîm Xan Biradost duh jiber neşiyê çû ser dilovaniya xwe. Bi vê mebestê îro konê taziye hate vedan û gelek siyasetmedaran konê sersaxiyê ziyaret kir. Hevserokê Partî Çareserî Demokratî Kurdistan (PÇDK) û Endamê Hemwelatiyê Azad û Wekhev Mele Zana bi heyetek konê şînê ziyaret kirin.
Kerîm Xan Biradost weke serokê konfederasyona eşiran a bi navê Biradostan dihat zanîn. Eşîra Biradostan di sê goşeya sînorên dewletên Îran- Iraq û Tirkiyê de dijîn.
DÎHA/HEWLÊR