“Min nikarîbû ji vê nêzîkatiyê birevim. Min xwest ez gotina dawî ya bi hezaran şehîdên bênav  ên di dîrokê de û yên nikarîbûn bêjin bê çima nefesa xwe ya dawî didin bêjim. Min xwest rastî û qîrîna gelekî yê bê ziman hatiye hiştin, ji ku ve û çawa hatiye kuştin û çawa mahkûmî bêçaretiyê hatiye kirin ne diyar; gelê herî kevnar ê dîrokê lê herî zêde bi xiyanetê re rû bi rû maye bidim xuyakirin. Min xwest, ez PKK’ya bi hezaran şehîdên wê hene, ji hundir û derve bi komplo û xiyanetê re rû bi maye, bê bi rastî çi ye, divê çawa be bi berpirsiyariyeke mezin, terîf bikim û biparêzim.”

Li Kurdistan di pêşengiya PKK’ê ku gelek ji nû ve hat afirandin, dîrokê ji nû ve şahidî ji  jiyana azad û wekhev re dikir. Tarîtî û laneta hezarê salan, bi têkoşîn û xwîna leheng û egîdên ciwanên Kurdistanî re ku ber bi tunebûnê ve diçû tîrêjên berbanga rojê bi hemû îhtîşama xwe mizgîniya rojên xweş digihand mirovatiye. Yek ji wan afirîner û têkoşerê ku di nav vê tevgera pîroz de cih  girt Huseyîn Tank (Şivan) bû. Di temenekî biçûk de ji eşqa bawerzîna tevgera azadiyê bandor bû, da pey evîna ku di dil û mejiyê bi milyonan de cih girtibû.     
Gerîlla Şivan, li gundê Nîreh ê yek ji gundên Botanê ye di sala 1981’ê de çavên xwe li jiyanê vedike. Nîreh, xwedî dîrokekî kevnare ye di aliyê xwezayî de gundekî çiyayî ye. Di vî gundî de mirovên dijîn ji eşîra Goyiyan in. Goyî di herêma Şirnexê de yek ji eşîrên herî mezin e.
Gerîla Şivan kurê malbatek gundî bû. Di heman demê xêzana wan ji 9 kesan pêk dihat, di malbatê de, di rêzê de zarokê sêyem e. Malbatek di aliyê aborî de ne zêde feqîr û ne jî dewlemend bûn. Wan jî weke gundiyên xwe bi karê çandiniyê re  mijûl dibûn. Jixwe di gund de hema hema her kes bi karê çandinî û xwedîkirina sewalan ve xerîk dibûn û jiyana xwe didomandin.
Gerîla Şivan, zarokekî zîrek û timî alîkariya dayik  û bavê xwe dikir. Her wiha di malbatê de zarokê herî zêde dihat hezkirin. Xwedî hesteke neteweyî û zarokekî dilsoz bû. Têkiliyên wî yên bi zarokên cîran û gundiyan re di asteke herî jor debû. Ji ber ku her tim bi karê şivantiyê re mijûl dibû dibistan nexwend. Lê mirov dikare bêje ji zarokekî xwendekar, xwendekartir bû, ev jî, ji zîrekî û zanabûniya wî dihat.
Gerîla Şivan gelekî ji aliyê dayik û bavê xwe ve dihat hezkirin. Ev hezkirin jî dibû sedem ku hîn zêdetir bi karê malê ve xerîk bibe. Her wiha ji aliyê bira û xwişkên xwe ve jî ew qas dihat hezkirin, rêzdarî û hezkirinek mezin ji bo Şivan hebû.
Piştî ku şerê çekdarî di sala 1984’an de di bin rêberiya Fermandar Egîd de hat destpêkirin, wekî hemû herêmên Kurdistanê bandora xwe li gundê wan jî kir. Piştî salên 90’î ku herêma Qilabanê tevlîbûnek pir mezin a ciwanan ji bo hêzên ARGK’ê çêbû, vê bandorî û tevlîbûnê li gundê Şivan wan jî xwe da diyarkirin. Di heman demê de piştî salên 90’î zexteke pir mezin a dewleta Tirk li ser herêmê çêbû. Vê bandorê li gundê Nîreh jî xwe da diyarkirin. Şevê bi dehan top ji aliyê dewleta Tirk ve li gund diketin. Ev yek jî bû sedem ku nerazîbûn li hember dewletê çêbibe. Piştî van bûyeran û zordariya dewleta Tirk a li ser herêmê, pejirandina cerdevaniya bi darê zorê  bû sedem ku Şivan tevlî nav refên gerîla bibe. Şivan, di temenê xwe yê 11’e salî de hezkirinek ya wî ji  bo gerîlla çêbû, bi rêya milîsên gund û hatina gerîllan a li gund naskirina wî ji bo gerîla çêbû û di sala 1992’yan de bê ku xebera malbatê jê çêbibe, tevlî nav refên gerîlla bû.
Çawa Şivan di jiyana gund de zarokek çalak bû, di heman demê de di nava şoreşê de jî şervanek gelek jîr û ji aliyê hevalên xwe ve pir dihat hezkirin.
Di şerekî li hemberî dijmin, li herêma Heftanîn, di kemînek a dewleta Tirk de ji bo ku hevalê xwe yê birîndar rizgar bike, ew jî ket kemînê û tevlî karwanên şehîdan bû.
Di sala 1996’an de piştî ku şehîd li Wargeha Etruş hatin îlankirin, ji malbata Şivan re jî piştî salekê şehîdbûna Şehîd Şivan hat gotin. Li hemberî vê  malbata Şivan bi van gotinan bersiv da: “Kurê me şehîd bû, ew şehîdek ê doza xwe bû, ji bo têkoşîna gelê Kurd şehîd bû û serê me pê bilind e. Em bejna xwe li hember hemû şehîden Kurdistanê ditewînin. ”


YEKTA ŞOREŞ