Fîlmekî hevbeşe di navbera Başûrê Kurdistanê Elmaniya de û wek nûnerê sînema Kurdî beşdarî 17mîn festival “RiverRun” ya Amerîkî bû û 3 xelat wergirtin.
Fîlm her sê xelatên, baştirîn derhêner û berhemner, baştrîn ekterî zilam ji aktor “Husên Hesenî” ekterê serekî di fîlm de û baştirîn montaj ji Îbrahîm Seîdî re hat bexşandin. Mîhrîcana navdewletî bo fîlman “RiverRun” yek ji girîngtirîn mîhrîcana fîlman e li başûrê rojhilatê Amerîkayê û di 17’emîn xula xwe de 165 fîlm ji 35 welatên cuda têde beşdar bûn.
Li ser rewşa Kurda projeyên nû
Derhêner Şewket Emîn li ser erkê derhînerî û projeyên xwe yên siberojî weha diaxive: “Piştî derketina rewşa şer a li Kurdistanê ez berdewam difikrim ku ez dikarim çi bikim. Çi çîrok û serpêhatî û fîlmek dikare heqê wê meselê bide? Ev yek li cem min buye mijarekî sereke û tev mejiyê min bi xwe re mijûl dike. Lê derhênerî û çêkirina fîlman tenê ne ew e ku tu hez dikî, an jî dixwazî. Di rastiyê de derhênerî ew e ku tu dikarî li gor derfet û firsendan awa bikî. Gelo derfetên te hene? Heke hene, çiqasin û çi ne? Xwezî em gihiştibana wê astê ku me bikarîba raman û xwestekên xwe bikin kiryar û têxine nava piratîkê. Belkî heya niha 10 fîlm û çîrokên min hene ku ez nikarim wan pirojeyan bidim dest pê kirin û bikşînim. Lê bi rastî ji dil hez dikim niha ji bo Kobanê ji bo Şingal û ji bo rewşa ku niha Kurd tê de ne fîlm çê bikim”.
Şewket Emîn Korkî
Derhênerê Kurd Şewket Emîn Korkî di sala 1973'yan li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê hatiye dinê. Di sala 1975'an de ji ber zordarî û çewisandinên rêjîma Iraqê ligel malbata xwe koçberî rojhelatê Kurdistanê bû. Heya 1999'an li wir ma. Şewket Emîn demek li Başur û Rojhelat di warê şano, televizyon û sînema de xebitiye. Wî bi filmên xwe ve beşdarî gelek festîvalan bûne û xelatên cihêreng wergirtine. Şewket Emîn di sala 2002'yan de li Kurdistanê yekemîn Festîvala Kurtefîlman rêk xistiye.
NEW YORK