Li ser dîwarê Birca Saetê ya li Reqayê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû texrîbkirin, û hat tamîrkirin, êrişên li Efrînê hatin resimandin. Li Reqaya ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve ji çeteyên DAIŞ‘ê hat paqijkirin, Birca Saetê ya li bajêr ji nû ve hat xemilandin. Piştî tamîrkirina dîwarê Birca Saetê li ser dîwêr wêneyên ku êrişên qirrkirinê yên li dijî Efrînê, hatin xêzkirin. Li ser dîwêr her wiha êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê ên 58 rojan hatin resimandin.  JINNEWS/REQA