Xebatên çêkirina bîrdariya ji bo jina ciwan a Efxanistanê Ferxunde ku di roja 19’ê Adara 2015’an de hatibû qetilkirin, bi alîkariya jinan û xelkê Kabulê bi dawî bû. Bîrdariya ku li kêleka çemê Kabulê û li cihê ku Ferxunde lê hatiye qetilkirin tê çêkirin, di Tebaxa 2015’an ve xebatên ji bo çêkirina wê hate destpêkirin.

 

Xelk rondikên xwe kire tofan

Gelek parlamenter û nûnerên partiyan jî li kêleka xelkê Kabulê bi taybet jinan beşdarî xebatên çêkirina bîrdariyê bûn. Derbarê çêkirina bîrdariyê de Berdevka Partiya Hembestigî ya Efxanistanê Selay Xefar ji RojNewsê re axivî û diyar kir ku Bîrdariya Ferxundeyê ji bo bîranîna şehîd Ferxunde û hezaran jinên din ên şehîde ku li ser vê axê di agirê nezaniyê de şewitîne.

 Selay Xefar hêvî kir ku her mirovên êşkişandî yên Efxanistanê serdana vê bîrdariyê kir  û wiha got: “Xelkê me yên êşkişandî rondikên xwe kirin tofana têkoşîna li hember komên radîkal, qatil û nokerên dagirkeran. Bi çêkirina vê bîrdariyê em hemû wîjdanên hişyar vedixwînin edalet û têkoşîna ji bo mafê jinan. Qatilên Ferxundeyê wê ji destê edaletê nerevin.”



GELAWÊJ EWRÎN / ROJNEWS