HPG’ê doh bi daxuyaniyekê da zanîn ku li Başûrê Kurdistanê di çalakiyên li herêma Lêlikan herî kêm 3 esker hatne kuştin û 8 jî birîndar bûne; li aliyê din nûçegihanên ANF´ê yên li devera Bradost jî dan zanîn ku di çalakiyên gerîlayan de li vir herî kêm 2 esker hatine kuştin û 5´ê din jî hatine birîndarkirin. Ango bi gitî 18 eskerên Tirk êdî bi kêrî şer nayên. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên 5’ê Gulanê yên li herêma Lêlîkanê daxuyaniyeke nivîskî da. HPG´ê da zanîn ku “di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de” gerîlayan 5’ê Gulanê ber êvarê li ser girê Lêlikan ê li Başûrê Kurdistanê bi çalakiyekê derbên giran li eskerên artêşa Tirk a dagirker xistine, lê di vê çalakiyê de hejmara eskerên kuştî û birîndarkirî nehatiye zelalkirin. HPG´ê daxuyaniya xwe a li ser mijarê wiha deqam kir: “Hêzên me êvara heman rojê li dijî eskerên dagirker ên li ser girê Kevortê yê li herêma Lêlikanê çalakiyên sabotajê kirin. Di çalakiyan de 3 eskerên dijmin hatin kuştin, 8 esker jî birîndar bûn.” Li Bradostê jî 7 esker bê tesîr in Ajansa Nûçeyan a Fratê (ANF) jî bi nûçeyekê da zanîn ku li herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê gerîlayên HPG´ê bi çalakiyekê 2 eskerên Tirk kuştine, 5 esker jî birîndar kirine. Ajans agahiyên xwe disipêre çavkaniyên herêmî û dibêje, “teqemeniya li cihekî navbera qadên Kevortê û Şepanê yên herêma Bradostê, dema ku eskerên Tirk têre derbas dibûn, teqiya. Di encama teqînê de 2 eskerên Tirk mirin û 5 cerdevan û eskerên Tirk jî birîndar bûn.” Ajansê wekî din da zanîn ku ji ber şert û mercên hewayê kuştî û birîndar li erdê mane û artêşa Tirk nikare wan rake. ANF/BEHDÎNAN