101 sal di ser qirkirina gelê Ermen re derbas bûn. Helbet li gel Ermenan divê mirov Asurî, Suryanî, Keldanî, Nestûrî, Kurdên Êzîdî û yên din jî bi bîr bîne. Ew komkujiyên ku bi rêbazên modern û di dîroka me ya nêzîk de pêk hatin, hîna jî li ser eniya mirovahiyê wek lekeyeke zingarî disekine, mirovahî di bin vî barî de bi awayekî bêfedî, bi nerazîbûnên sinordar dijî.
Di van çend salên dawî de li paytexta Almanya Berlînê nexwasim di meha Nîsanê de ku 24´ê wê wek salvegera Komkujiya Gelê Ermen hatiye qebûlkirin, çalakiyên cûrbicûr pêk tên. Di van çalakiyan de ku bi serkêşiya nivîskar û lêkolîner Recep Maraşli tên lidarxistin û hejmareke Kurd jî beşdarî dibin, em dibin xwedî derfet ku ji nêz ve serpêhatiya gelê Ermen nas bikin û gelek xalên veşarî jî ji nû ve fêr dibin.
Helbet ji ku derê bakurê Kurdistanê dibe bila bibe, her yek ji me kêm yan zêde ji vê babetê haydar e, navên cihwarên me, gund û çiyayên me hîna jî piranî bi Ermenkî ne. Li gel navên Kurdî yên Ermenkî, Suryanî, Yunanî û wd jî li ser lêvan in.
Li kolana Hardenberg a li Charlotenburg a Berlînê çalakiya bîranîna lehengê gelê Ermen Sogomon Tehliryan hebû. Di çalakiyê de qederê 15 kesan beşdar bûn ku piraniya wan Kurd bûn. Balkêş e ku li Berlînê bi hezaran Ermen dijîn, lê di van çalakiyan de bi tenê Kurd û Tirk yên demokrat cih digirin. Di çalakiya yadkirina giyanê leheng Tehliryan de Nivîskar Recep Maraşli, nivîskarê Ermen Sarkîs Haspanyan hunermendên Ermen yên ji Ermenîstanê hatîn û dîsa çend Kurdên çepgir beşdar bûn.
Suren Asadiryan (Hunermend): Malbata Asadiryan ji bajarê Bazîdê ye. 35 sal in bi hunera dûdûkê ve mijûl e, li Tirkiyeyê jî 8-9 CD´yên wî derektine. Ev kolan ji bo me gelekî girîng e; li her deverê dinyayê gava Ermenek navê Berlînê bibihîze demildest Tehleryan û Talat Paşa tên hişê wan. Gelê me ne tenê ji bo tolhildanê ji ber ku wek rewşenbîrekî edaletê bi cih anî û rûmeta zanistiyê jî bilind kir ji Solomon Tehleria hez dike.
Manuk Haruturyan: Em wek gelê Ermen hunermend û mirovhez in, gava dem hatiye me kariye mîna Tehliryan li dijî zilmê jî bisekinin. Di dilê me de kîna gelan nîne, em îro jî dixwazin bi gelên li herêmê re di nav aştiyê de bijîn, vê gavê çeka me huner e.
Sarkîs Haspanyan: Bi mercê ku di nav wan de kesên ji gelên Ermen, Rûm, Suryanî, Keldanî, Asurî û Helen nebin, divê 1915 kesên welatiyên Tirk yên bi wicdan bên cem hev û ji ber Komkkujiyê dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî gilî bikin, divê pêvajoya darizandinê bidin destpêkirin.
Recep Maraşli: Êdî em li ser pirsa gelo bûyera sala 1915 an qirkirin bû yan nebû, nasekinin. Ya duyê jî em êdî pirsa kiryaran jî nakin, ew jî zelal e ku dewleta Osmanî û Tirkiyeya berdewama wê ye. Rastiyek e ku Kurd li aliyekî neteweyeke mezlûm, parçekirî û bindest e, lê li aliyê din rastiyek jî heye ku Kurdan di nav çarçoveya pergala împaratoriya Osmanî de hevpariya kiryarên Osmaniyan kiriye û li herêma xwe jî nîv desthilatek li ser herêmê ava kiriye.
Ragip Zarakolu: Qirkirin di rabirdûyê de nemaye, nemaze îro jî li Amed Sûr, li Cizîr, li Nisêbînê û li gelek deverên Kurdistanê li dar e. Divê em heta dawiyê hişyar bin û têbikoşin, nexwe gelên me yên mayî jî dê mîna Ermenan bibin pariyê devê paşayên dewleta Tirk.
YEKO ARDIL/BERLIN