
Bi ser komkujiya li Kortek ya li Başûrê Kurdistanê salek derbas bû. Lê tevî hemû hewldanan hîn jî dewleta tirk komkujiya ku bi balafirên xwe kiriye înkar dike.
Di 21’ê Tebaxa 2011´an de li herêma Kortek ya Qendîlê balafirên artêşa Tirk wesaîteke sivîlan bombebaran kir û di vê komkujiyê de tevî zarokek 7 mehî, 4 jê zarok 7 kesên sivîl hatin kuştin. Ango di komkujiyê de malbatek bi gîştî tine bû. Her çendî bi ser komkujiyê salek derbas bû jî dewleta tirk weke komkujiyên din yên li dijî sivîlan kiribû, ev jî înkar kir.
Ji malbatekê 7 can
Di 16’ê Tîrmeha 2011 de di navbera hêzên PJAK û Îranê de li ser sînor şerên dijwar dest pê kiribûn. Dewleta tirk xwest sûd ji vî şerî bigire û di 17’ê Tebaxê de dest bi bombebarankirina Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Di 21´ê Tebaxê de balefirên şer wesayîtekî sivîl ya li ser rêya Kortek-Ranyayê nêzî gundê Bolê hedef girt û bi roket û bombeyên ku avêtin wesaît perçe kir. Di êrîşê de 4 zarok bi giştî 7 sivîlên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan. Hemû kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn ji heman malbatê bûn: Bav Huseyîn Mustefa, Dayîk Mêr Mam Kak, Rezan Huseyîn ya 34 salî, Zarokê 11 salî Zana Huseyîn, Oskar Huseyîn ya 10 salî, Sonya Şemal ya 4 salî û Solîna 7 mehî...
Komkujî bi plan pêk hat
Gava ku mirov bala xwe bide ser bûyerên beriya wê, xuya dike ku komkujiya li Kortekê ne tesaduf e. Di komkujiyên beriya Kortekê jî bi dehan kesên sivîl hatibûn qetilkirin. Her wiha, artêşa tirk hewl dida ku bi bombebaranê gundên li Qendîlê vala bike. Xwestin bi milyonan pere bidin gundiyên Qendîlê ku dest ji gundên xwe berdin. Dewleta Tirk jî di nava vê planê de bû. Lê xelkê Qendîlê nerazîbûn nîşanî van hewldanan da û nexwest gundên xwe vala bikin.
Korteka ku komkujî lê pêk hat, li ser rêya bejahî ya Ranya-Diyanayê ye. Komkujî li hemberî wesayîta li ser vê rêyê pêk hat. Ev cihê ku komkujî lê pêk hat, her tim sivîl lê hebûn. Ji ber wê jî dema mirov bala xwe bide ser van hemû rastiyan mirov dê bibîne ku ev yek ne tesaduf e.
Artêşa tirk li pey hev sûc dike
Lê komkujiya Kortekê ne ya dawiyê bû. Piştre, di 28’ê Kanûna 2011 de li Roboskî ye, navçeya Qilabanê komkujiyeke din pêk hat û di encamê de 34 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Di 15’ê Tebaxa 2000’î de jî artêşa tirk Kendekola li Xinêreyê kir hedef û tevî jin û zarokan zêdetirê 40 kesî qetil kir. Di sala 1995’ê de artêşa tirk li Zagrosê malbata Mam Reşo girt û li helîkopterê siwar kir, piştre ji helîkopterê avêt. Di sala 1997´an de jî li Xakûrkê û di sala 2007 de jî li herêma Qendîlê êrîşî sivîlan kir.
Ev komkujî hemû li ber çavên cîhanê, eşkere pêk hatin. Lê dewleta Tirk heta niha ev sucê xwe qebûl nekiriye. Dîmenên komkujiyê di çapameniya kurd de hatin weşandin, lê dewleta Tirk ji roja dîmenên komkujiya Kortekê hat weşandin û vir ve dest bi berevajîkirina bûyerê kir. Heta niha dewleta Tirk ev komkujî qebûl nekiriye. Malbata kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan serî li Dadgeha Qeledizê dan, lê heta niha tu encamek bi dest nexistine.
Komkujî tê veşartin
Xizmên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane diyar dikin ku ji bo rûyê rast ê dewleta Tirk aşkere nebe, zext li Başûrê Kurdistanê hatin kirin û heta roja îro jî ev komkujî tê veşartin. Heyetek ji Iraqê hat cihê bûyerê û lêkolîn kir, lê heta niha tu daxuyaniyek nehatiye dayîn. Dîsa li gorî agahiyên wan kesan dane, ne Hukûmeta Herêma Kurdistanê ket pey bûyerê û ne jî li cihê komkujiyê lêkolînek din hate meşandin.
Bila hesab were pirsîn
Ji malbata hate qetilkirin tenê Şervan Hesen maye. Şervan got; “Dayîka min, bavê min, xwîş û birayên min kuştin. Lê heta niha tu kesî li me nepirsiye. Ez gelek spasiya hemû parêzer û gelê Kurd ê ku dest ji pey vê komkujiyê bernedan dikim. Heta îro tenê wana dest jê bernedan. Tenê ew li me bûn xwedî.”
Birayê Mustefa Hesen ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, Yaqup Hesen jî got; “Heta niha tu serlêdanên me nehatin qebûlkirin. Lê em dest ji vê dozê bernadin. Malbata me hemû qetil kirin. Lê ez dibêjim bila êdî komkujiyên wiha pêk neyên.“
Dayîka Mustefa Fatma Omer jî wiha nerazîbûna xwe nîşan dide: “Ma sucê kurê min çi bû? Ma dizî kiribû? Ma dijminahiya dewleta tirk kiribû? Çi kiribû? Çima kuştin? Dixwazim hesabê vê yekê were pirsîn. Bê suc û guneh kuştin. Lê kes lê xwedî dernakeve û napirse.”
Ji xizmên malbata hatiye qetilkirin Şêx Omer ragihand ku ne hukûmeta Iraqê, ne ya Başûrê Kurdistanê û ne dewleta Tirk ku têkiliyek bi malbatê re nedanîne û ji bo ji sûcdaran hesab were pirsîn, tu hewldanek pêk nehatiye.
Komkujî kevneşopiyekê dewletê ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî jî destnîşan kir ku ev komkujî mînakek a zîhniyeta dewletê ya komkuj e. Şengalî bal kişand ser komkujiya berê li Kendakolê pêk hatibû û destnîşan kir ku yên ku komkujiyên Kortek û Roboskî pêk anîne, xwediyê heman zîhniyetê ne. Şengalî got; “Dewleta Tirk a ku li Kurdistanê polîtîkayên înkar û îmhayê pêk tîne, xwediyê zîniyeta yekperest û netewe-dewlet e. Gava li hemberî tevgera azadiyê bê çare dimîne, dest bi êrîşên li ser gel dike û komkujiyên wiha pêk tîne. Polîtîkaya dewletê ya ku duh li Dêrsimê hat pêkanîn, dixwazin îro li her çar parçeyên Kurdistanê belav bikin. Ji ber wê jî komkujiya Kortekê jî mînakek a vê zîhniyetê ye.”
Zekî Şengalî destnîşan kir ku di pêvajoya îro de ji bo Kurdan ji bilî azadiyê tu vebijarkek din nemaye û got; “Ev realîteyek e. Gava dewleta Tirk li hemberî têkoşîn azadiyê bêçare dimîne, êrîşkar dibe. Lê gelê me Komkujiya Kortekê ji bîr nekir. Her çendî salek bi ser re derbas bû jî, lê ew komkujî heta niha jî li ber çavên me û di dilê gelê me ye. Lê heta niha birînên wan nehatine kewandin. Ji ber wê jî ev yek ji sedemên me yên têkoşîna azadiyê ye.”
ANF/QENDÎL