Birîna Madimakê hê nehatiye pêçan
Qurbaniyên Sêwasê yên 2’ê Tîrmeha 1993’an ji aliyê hêzên paramîlîter ên dewletê Tirk ve li otela Madimakê hatibûn qetilkirin, li Parîs a Fransayê û Stockholm a Swedê hatin bibîranîn.
Li Parîsê nêzî metroya Saînt Denîsê qurbaniyên Sewasê wêneyên cangoriyan hatin hildan. Li wir hevberdevkê koordînasyona Fransayê ya Federasyona Elewiyan a Demokratîk a Ewrûpayê (FEDA) Erdogan Ergîn peyivî û got:”Em dixwazin berpirs û kujerên vê qetlîamê derkevin holê û werin darizandin. Em ê bi hemû hêza xwe ji bo pirsîna hesabê vê qetlîamê bixebitin. Em bang li hemû dewletên li Ewrûpayê dikin ku bila li hemberî dewleta Tirk a ku sûcan dike, helwesta xwe diyar bikin.”
Li Stockholmê jî hatin bibîranîn
Li paytexta Swêdê li Stockholmê jî bi heman armancê merasîma bibîranînê li dar ket. Merasîm ji aliyê Federasyona Elewiyên Swêdê ve hate lidarxistin û Ozan Alî Çagan ê ku ji qetliamê filitîbû beşdar bû û got, “Tevî ku 25 sal bi ser qetlîamê re derbas bû birîna Madimakê hê nehatiye pêçan. Heta ku kujerên qetlîamê dernekevin pêşberî edaletê wê ev birîn neyê pêçan.”
Asli Yalçintaş stranek ji Pîr Sûltan Abdal got, helbestvanê Kurd Ehmed Hûseynî jî helbestên Cigerxwîn xwendin. PARÎS/STOCKHOLM