Zêdegaviyên dewleta Tirk a dagirker li ser sînor, mijara şanoya roja nehan a Mîhrîcana Şano ya Şehîd Yekta Herekol bû. Doh jî dema nûçeya me dihat amadekirin, çlakaiyên roja dewî û merasîma xelatdayînê bi rê ve diçû.

Mîhrîcana Şano ya Şehîd Yekta Herekol a 4´an, li ser dika şanoyê ya navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo doh bi merasîma xelat dayînê bi dawî bû. Beriya wê pêncşemê êvarê, koma “Şano” ya ji bajarê Qamişlo şanoya xwe ya “Mirina Kewê” ya nivîskar Ehmed Îsmaîl û derhêner Ebdulreman Elî pêşkêş kir.

Şanoya “Mirina Kewê” balê dikşîne ser têl û dîwarên ku Kurdistanê parçe dikin û zêdegaviyên artêşa Tirk a dagirker li ser sînor, ji çandina mayînan û gulebarana sivîlên ku dixwazin derbasî milê din ê sînor bibin.

Sînorek û dijminên kujer

Navaroka şanoyê wiha ye: “Hejar û xwişka wî Rewşen piştî ku dê û bavê wan jiyana xwe ji dest didin, li gel dapîra xwe dimînin. Rewşen bi zilamekî re li milê din ê sînor dizewice, Hejar dixwaze biçe aliyê din ê sînor da ku xwişka xwe bibîne, lê dapîra wî red dike, bi israra xwe ya çûyînê, dapîra wî nexweş dikeve û dimire.

Piştre Rewşen û hevjînê xwe dixwazin sînorên çêkirî derbas bikin da ku dapîr û birayê xwe bibînin, lê li milê din ê sînor, hevjînê Rewşen ji ber mayînên artêşa Tirk jiyana xwe ji dest dide û Rewşen jî bi guleyên leşkerên Tirk dimire.

Piştî şano bi dawî bû rexnegiran nihêrînên xwe li ser şanoyê anîn ziman.

Mihrîcan doh bi dawî bû, çalakî û merasîma roja dawî, gava nûçeya me dihat amadekirin, dewam dikir.

 

ANHA / QAMIŞLO