Serokê ABF'ê Selahattîn Ozer, Serokê Komeleya Çanda Pir Sultan Abdal (PSAKD) Kemal Bulbul, Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, Parlamantera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Parlamenterê CHP'ê Aykan Demîr, Serokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Serokê Komeleya Çanda Elewiyan Ersîn Gulduk û gelek welatiyên din amade bûn.

Li ser navê komê Seroke ABF'ê Selahattîn Ozer, axivî û diyar kir ku di 24'ê Kanûna 1978’an de dewletê bi saziyên faşîst ên sivîl re hevkarî kir û li Gurgumê komkujî pêk anîn. Ozer, da zanîn ku di ser komkujiyê re 34 sal derbas bûn û hê jî êş û birîna wan taze û germ e. Ozer, da zanîn ku hê jî birînên wan germ in û wiha pêde çû: “Wekî malzaroka dayikên me ji nûve bên kêrkirin, pêsîrên wan bên jêkirin û pîr û kalikên me bên perçekirin. Wekî ku bi guleyan qul qulî bikin.”
Ozer, helwesta Waliyê Gurgumê ya destûrnedayîna çalakiya wan jî şermezar kir û wiha axivî: “Weki sala par îsal jî destûr nedan ku em li Gurgumê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Waliyê Gurgumê serlêdana Komeleya Elewî û Bektaşiyan a ji bo bîranînê red kir. Waliyê Gurgumê jî wekî Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji elewiyan nefretê dike. Sala par jî li Sêwas û Gurgumê bi ser çalakgeran de gaza îsotê rijandin. Hikûmet destûr nade ku em miriyên xwe jî bibîr binin.”
Ozer, helwesta hikûmetê ya li hemberî komkujiyan şermezar kir û xwest hesap ji kujer û kesên fermana komkujiyan dide bipirse û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tenê komkujî bi 163 xetên nivîsê hatiye bibîranîn. Çend sal derbas dibin bila bibin, dê birînên komkujiya Gurgume her tim zindî be û dê her tim tekoşîna me bidome.”

DÎHA/ENQERE