Kongre bi tevlîbûna 65 delege û gelek 30 mêvan pêk hat. Seroka Heyva Sor a Kurdistanê Suat Yalçin axaftina destpêkê kir û got, saziya Heyva Sor a Kurdistanê sala 2014’an hemû hêz û derfetên xwe ji bo alîkariya gelên Rojava û Kurdên Şengalê bikar aniye. Suat Yalçin ji ber hestiyariya li hemberî rewşa aloz ya Kobanê û Şengalê, malavahiya Kurdistaniyên Ewrûpa kir û da zanîn ku ew ê di sala 2015’an de jî bi heman berpirsiyariyê destê alîkariyê li her devera Kurdistanê dirêjî welatiyên muhtac bikin..
Xebata salekê hate nirxandin
Piştî axaftina Suat Yalçin dîwana Kongrê hat desnîşankirin û paşê rapora xebata salekê hat xwendin.
Di axaftinan hat gotin, ji destpêka sala 2014'an ve Heyva Sor a Kurdistanê ji bo bersivdayîna pêdiviyên welatiyên hewce li Kobanê û Şengalê kampanyayên mezin birêve birin û giranî da xebatên xwe yên alîkariyê.
Piştî nirxandinan, rapora xebatê ji aliyê delegeyan ve hat erêkirin..
Heyva Sor a Kurd li Rojavayê Kurdistanê jî, bi peyameke nivîskî Kongreya Heyva Sor a Kurdistanê pîroz kir û ji ber keda dane, malavahiya tevahiya xebatkataran kir.
Delegeyên Kongrê ji bo bihêzkirina xebatên saziyê yên sala 2015’an, pêşniyar û nirxandinên berfereh kirin. Di encamê de plansaziyeke hat amade kirin..
Li gorî vê plansaziyê, Heyva Sor a Kurdistanê wek salên derbasbûyî, di 2015’an de jî wê hemû derfetên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên jiyanî yên Kobanê û Şengalê bikar bîne.
Rêveberî hate hilbijartin
Piştî nirxandinan, hilbijartinên rêveberiya giştî pêk hatin. Dr. Rojvan Bilgin, Amîra Osso, Vahdettîn Kiliç, Suat Yalçin û Çekdar Uruç weke endamên rêveberiya Heyva Sora Kurdistanê hatin destnîşankirin. Dr. Rojvan Bilgin paşê weke serokê nû yê Heyva Sor a Kurdistanê hat ragihandin.
ANF/KOLN