
Li Silêmanî pêşangeha wêneyan a bi navê ‘Henaseyek ji bo kêfxweşiya Şengalê, bîranînek ji bo pêçana birînên Şengalê’ li xelkê hat vekirin. Di pêşangehê de êş û kedera komkujiya Şengal û Êzîdiyan hat nîşandan.
Wênegir Nasîh Elî Xeyat, bi alîkariya Rêveberiya Rewşenbîriya Silêmanî doh danê sibehê pêşangeheke wêneyan li ber Baxê Giştî yê Silêmanî li xelkê bajêr vekir. Di pêşangehê de 30 wêneyên ku êş û azara karesata Êzîdiyan û fermanê nîşan didin, hatin pêşkêş kirin. Biryar e ku pêşangeh du rojan dewam bike.
Rûyê fermanê, rûyê qirrkirinê
Têkildarî pêşangehê Nasih Elî got, “Ev pêşangeh ji bo nîşandana karesat û komkujiya li dijî gelê Êzîdî pêkhatî, hatiye vekirin. Ez wek wênegirekî, bi erk û berpirsyartiya xwe rabûm û di 16’ê Tebaxa 2014’an de ez çûm çiyayê Şengalê. Îsal sê sal di ser çûyîna min ya Şengalê re derbas bûn û min pêşangeh li Silêmanî vekir.”
Nasih Elî wekî din got: “Min ev wêne li ser çiyayê Şengalê, li xaka Sûriyê û li kampa Baced Kendel li ser sînorê Sûriyê girtin. Min karî bi rêya wêneyên xwe gelek çalakvan û rêxistinên navneteweyî bînim Kurdistanê û bikim ku serdana Êzîdiyan bikin. Her wiha wêneyên min pêşkêşî parlamena Ewrûpayê hatin kirin da ku fermana Êzîdiyan weke jenosîd bête naskirin.”
Divê ev belge hebûyana
Nasih Elî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîst e her kes di karê xwe de bi berpirsyartiya xwe rabe. Ji bo belge li ser wê komkujiyê hebin, ez sê caran rastî mirinê hatime ku heta ez gihiştime çiyayê Şengalê.”
Roja 3’ê Tebaxa 2014’ê çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser Şengal û derdora wê. Di encamê de bi hezaran kes hatin qetilkirin û bi hezaran keç, jin û zarokên Êzîdî hatin girtin û li bazaran hatin firotin. Her wiha bi deh hezaran kes jî li çiyayê Şengalê asê man û gelek kes jî ji birçîna û tîhna mirin. Li rexmê ku bi hezaran pêşmergeyên PDK’ê li Şengalê hebûn jî, xelkê Êzîdî bê parastin hiştin û vekişiyan.

DANA OMER/ROJNEWS/SILÊMANÎ