ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS/ŞENGAL

Di 14’ê Tebaxa 2007’an de, li bajaroka Til Izêr û Komelgeha Sîba Şêx Xidir ên girêdayî Şengalê bi 4 wesayîtên bombebarkirî komkujiyek pêk hat. Li gorî agahiyên ne fermî di êrişan de nêzî hezar kes hatin qetilkirin û 7 hezar jî birîndar bûn. Her wiha aqûbeta hinek welatiyan heta niha jî nayê zanîn. Di ser komkujiyê re 12 sal derbas bûn, lê hîn birînên wan nehatine kewandin û lêkolîn nehatine kirin, berpirsyar nehatine cezakirin.

Wê rojê dinya bi ser me de hilweşiya

Yek ji şahidên komkujiyê Hesen Birahîm ku ew bi xwe ji bajaroka Til Izêr e, bi van gotinan behsa wê rojê kir: “Roja teqîn çêbû ez di rê de bûm, diçûm gunde Borik. Bûyer saet li derdora 4-5’an çêbû. Dema hatim malê dengê balafiran jî dihat. Careke din dengê teqîneke pir mezin hat. Min got balafir li me didin, ewqas dengê wê hebû. Malên me hemû xirab bûn. Şibakên malê hemû hûr bûn. Me nedizanî ka çi çêbûye. Gel got şer çêbûye. Gundiyên me hemûyan çekên xwe dan ser milê xwe û xwe li gorî şer amade kirin. Di nava gund de fîşek hatin avêtin ku gel ji malên xwe derkevin. Wê rojê, aloziyek gelekî mezin hebû, her kesî pirsa mirovên xwe dikir. Te digot qey dinya bi ser me de hilweşiyaye. Piştre çûne cihê teqînê û min hewl da birîndaran xilas bikim. Gelek kesan jiyana xwe ji dest dabû. Her wiha hinek kes winda bûn û me nizanî çi li wan hatiye. Gelek kes hatin revandin, lê em nizanin ji aliyê kê ve hatine revandin. Qasî em dizanin nêzî hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Ji hinek malbatan 20 kesan jiyana xwe ji dest da.”

Amadekariyên fermanê kirin

Birahîm êrişa 2007’an wekî amadekariyên fermana 3’yê tebaxa 2014’an bi nav kir û got: “Fermana 3’yê Tebaxê gelekî mezintir bû. Ji ber ku ne tenê kuştin û qetilkirin bû, di heman demê de tunekirina çand û baweriya me bû. Ji ber vê jî bi hezaran jin, zarok û ciwanên Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin.

Xêrnexwaz naxwazin em bibin yek û xwe biparêzin. Lazim e ku em Til Izêr, Sîba Şêx Xidir û gundikê Izêr nedin jibîrkirin, çi dibe bila bibe ti carî çand, bawerî û axa xwe bernedin.”