Endamê Komîteya Peywendiyên Derve yê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Demhat Egîd hevdîtina navbera hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik û sekreterê giştî yê Partiya Demokratîka Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Hemîd Hecî Derwêş piştrast kir. Egîd diyar kir ku di hevdîtinê de hat gotin ku biryara şandin an jî ne şandina pêşmergeyên Rojava di destê Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê de ye.

Egîd di derbarê hevdîtina Cemîl Bayik û Hemîd Hecî Derwêş de wiha got: “Raste Hemîd Hecî Derwêş hatiye Qendîlê û ligel hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik civiyaye. Hevdîtin weke hevdîtina ligel hemû partiyên Rojava,  ligel Hemîd Hecî Derwêş jî di heman çarçoveyê de hatiye kirin. Hevdîtinek bu herdu alî li ser rewşa Rojava hatin agahdar kirin. Naveroka vê hevdîtinê jî taybet li ser pêşveçûnên li Rojava û li çar parçeyên Kurdistanê bû.”

Egîd destnîşan kir ku di hevdîtinê de gelek mijar hatin guftûgokirin û wiha pê de çû: “Em wek KCK timî wê yekê bingeh digirin ku hemû partiyên Kurdî xwediyê dîtinekê bin û bi hev re kar bikin. Her kesê bixwaze kar bike, em piştgiriya wan dikin. Hat gotin ku derbarê bûyerên li Rojava rûdidin de ew nikarin ti biryarekê bidin û ti deshilatdariya me ji bo biryar girtinê nîne. Rojava wê bi xwe biryara xwe bide û me ev yek ji wan re jî got.”

Her wiha wekî KCK nêrîna wan ew e ku di vê derbarê  Rojava bi xwe biryarên di derbarê xwe de bide lê ger mirov ezmûnên li başûrê Kurdistanê li ber çav bigire,  hêzek duyemîn li Rojava wê zererê bide destkeftiyan. 


Bila piştgiriya YPG bikin

Egîd bi vê rengî dewam kir:” Li vir YPG hêzek leşkerî ya rewa ye, êdî li qada navneteweyî jî hatiye nas kirin û piştgiriya wê dikin. Her hêzek nû ya leşkerî ku were ava kirin, divê di bin banê YPG’ê de cih bigire, li wir were bi cih kirin û piştgiriya şoreşa Rojava bike. Me ji wan re got ku ev rêya herî rast e. Weke din her partiyek siyasî dikare li Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê bi awayek rewa siyaseta demokratîk bimeşîne û ev mafê her aliyekê ye. Li pêşiya vê yekê jî ti astengiyek çênabe, ger çêbibe jî ev dij demokratik e. Me ragihand ku emê weke KCK li hemberî vê yekê rawestin.” 


Em ne mevan in


Endamê Komîteya Pewendiyên Derve yê KCK’ê Demhat di dawiya axaftinên xwe de bal kişand ser daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî yên gotibûn ‘PKK li Başûr mêvane’ û wiha got: “Em ne hêzek mêvan in. Em hêzek xwecihî ya vir û hêzek Kurdistanî ne. Hêzên me hêzeke Kurdistaniye, li tevahî Başûr û çar parçeyên Kurdistanê di eniyên şer de ye. Di vê mijarê de zererê nagihîne ti berjewendî û armancên ti kesekê. Berevajî di nava helwestek di berjewendiyê yekîtiya netewî de ye.”



ROJNEWS