Li ser 12 parêzvanên Erdogan ên li Washîngtonê êrîşî çalakgerên aşîtiyane kirin, biryara girtinê hat standin.
Şefê polîsê Washîngtonê Peter Newsham diyar kir ku wan polîs û parêzvanên Erdogan ji dîmen tespît kirine. Parêzvanên tên sûcdarkirin, ku êvara 16'ê Gulanê êrîşî xwepêşandana aştiyane ya li ber Sefaretxaneya Tirk a li Washîngtonê kirin. Di dîmenê êrîşê de tê dîtin, piştî ku Erdogan bi parêzvanên xwe re daxive, parêzvanên wî êrîşî çalakgerên Kurd dikin. Lewma ev rewş, weke ku Erdogan fermana êrîşê daye hate şîrovekirin. Şefê polîsan Newsham piştî êrîşê daxuyaniyek da bû û gotibû, "Êrîşeke tund a li dijî çalakgerên aşîtiyane.”
Newsham ragihand ku der barê 12 kesan de biryara girtinê hatiye dayin û di daxuyaniya roja Pêncşemê de got, "Li gorî me, li DYE bi taybetî li Washîngtonê lidarxistina çalakiyeke aşîtiyane mafekî pîroz e."Piştî êrîşê lêpirsîn hate destpêkirin û heta niha herî kêm 4 alîgirên Erdogan hatine girtin. 2 ji van li DYE, 2 jî li Kanadayê dimînin.
Herî dawî roja Çarşemê hatibû ragihandin ku Sînan Narîn ê li eyaleta Vîrgînîa dimîne û Eyup Yildirim ê li eyaleta New Jerseyê dimîne hatine girtin.
ANF/WASHÎNGTON