Şîrketa Eutelsatê ya fransî, biryara Dadgeha Kopenhatê ya der barê Roj TV de kir hincet û di 24’ê çile weşana Roj TV ya li ser peykên girêdayî xwe rawestand. Roj TV jî li Dadgeha Îdarî ya Franseyê îtîraza vê biryarê kiribû. Piştî wê jî, Roj Tv bi peyka Itelsatê ya li ser Yewnanîstanê re weşanê dike li hev kir, lê ji ber zextên DYA’yê weşana Roj Tv li vir jî hate rawestandin.
Di 10’ê çile de, Dadgeha Danîmarka bi hinceta şîrketên Roj TV A/S û Mezopotamya Broadcasting A/S zagona Danîmarka ya li dijî terorê bin pê kiriye, 65 hezar kron (11 hezar dolar, 8700 euro) ceza li wan birî. Her wiha ji bo 40 rojan jî cezayê pere birî û ev yek bi giştî dike 5 milyon û 200 kronê Denmarkî, ango 699 hezar û 339 euro. Şîrketa Eutelsatê vê biryara Dadgeha Bajêr a Kopenhagê kir hincet û di 24’ê çile de weşana Roj TV ya li ser peykên girêdayî xwe rawestand.
Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê Francis Ricciardone di hefteya borî de li Enqereyê di daxuyaniyekê de got; “Roj TV bê deng bû. Em ji Tirkiyeyê hemû tiştên ku em bikaribin dikin” û bi vî awayî li xwe mikûr hat ku weşana Roj Tv bi hevkariya DYA’yê hatiye rawestandin.

ANF/PARÎS