Dadgehê her wiha cezayê pere yê 5 milyon Kronê Danîmarkayê (2 milyon Euro) li kargehê birrî. Dadgehê bi vê biryara xwe re di dîroka çapemeniya Danîmarkayê de mora xwe avêt binê rewşeke nû. Bi vê yekê re cara yekemîn e di dîroka welat de cezayekî ew çend giran ê pere li kargeheke çapemeniyê tê birrîn.

Mafê dijderketina li biryarê heye. Lê ji bo îtiraz bê kirin, divê cezayê pere yê 5 milyon Kron bê dayîn an jî temînatek bê nîşandan. Eger di nava du hefteyan de îtiraz neyê kirin, wê lîsansên MMC, NÛÇE TV û ROJ TV betal bibin. Ji rêveberê ROJ TV Amed Dîcle der heqê rewşê de agahî da û diyar kir ku gavên wê ji niha û pê ve biavêjin wê parêzerên wan diyar bike û wiha got: "Eger di nava du hefteyan de îtiraz neyê kirin, wê weşanên televîzyonên me rawestin.” Amed Dîcle da xuyakirin ku dozger xwestiye kargeh bi temamî bê girtin û ev yek anî ziman: "Dadgehê jî bi cezayê ewçend giran ê pere re, di rastiyê de biryara dozgeriyê erê kiriye.”
Dîcle ragihand ku biryara mijara gotinê, ji biryara sala 2012'an girantire û anî ziman ku ev demeke hesabên Mezopotamya Bordcasting hatine cemidandin û astengiyên cihê hatine derxistin. Dîcle anî ziman ku cezayê pere yê hatiye birrîn, di rewşa niha de di asta duyemîn de girîng e û wiha got: "Niha lîsansa weşana me hat betalkrin. Divê di nava du hefteyan de îtiraz bê kirin û di heman demê de cezayê pere were dayîn.” Dîcle da xuyakirin ku eger kargeh karibe cezayê pere bide, wê weşanên televîzyonan dewam bikin, lê di rewşeke berovajî de wê weşan qut bibin. Dîcle da xuyakirin ku dadgehê di biryara xwe de cihekî berfireh daye asta heyî ya çareseriya pirsgirêka kurd û destnîşan kiriye ku pêvajo erênî ye. Dîcle anî ziman ku yekemcar e li Danîmarkayê cezayekî ewçend giran ê pere li saziyeke çapemeniyê tê birrîn. 

KOPENHAG