Endamên Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) yên li Ewropayê ku nikaribûn beşdarî Kongray Damezrêner a Meclîsê bibin, bi amadebûna Hevserokên Meclîsê Heysem Menah, Ilham Ehmed û endamên nû beşdarî MSD’ê bûne li paytexta Siwîrêyê Cenewrêdi navbara 9-10 çilê ye civînek li dar xistin.

Piştî civînê pêr li ser navê endamê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îbrahîm Îbarhîm daxuyaniyek da û diyar kir ku di civînê de belgeya siyasî û rêxistinî ya ku ji kongra MSD’ê ya damezrêner hatiye derxistin û têde nexşeriyê û hevpeymana niştimanî ya Qahîre 2015 esas hate girtin. 


 ‘Divê biryara 2254 werin parastin’

 Endamên MSD’ê Îbrahîm di berdewama axaftinên xwe de diyar kir ku, di civînê de hate ragihandin ku ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê divê hemû aliyên siyasî beşdarî muzakerayan bibin û mafên hemû aliyan li ser esasê belgeya Cinêvê û biryarên Konseya Ewlekariyê ya navnetewî, nemaze biryara 2254 werin parastin.

Îbrahîm Îbrahîm ragihan ku, beşdarên civînê her wiha li gorî belge û pîvanên navnetewî û rêgezên Kongra Dêrikê bal kişandin ser mafên rewa yên pêkhateyên netewî ya civaka Sûriyeyê û piştgiriya xwe bi Hêza Sûriya Demokratîk (QSD) re nû kirin.

Endamê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îbrahîm Îbarhîm  da diyar kir ku beşdarên civînê rêbazên rêxistinî ya nûnertiya MSD’ê li derveyî welat bi riya Desteya Rêveber ku ji kesayetên pispor pêk tê, nîqaş kirin û wekî faktor û hêza sereke di avakirina pêşeroja Sûriyeyê de hate bi navkirin. 


 CENEWRE