Encanmameya Konferansa Yekitî û Çareseriyê ya Bakurê Kurdistanê ku 15 û 16’ê Hezîranê li Amedê pêk hat aşkere bû.

Konferansa Yekitî û Çareseriyê ya Bakurê Kurdistanê ku li ser Pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat bi dawî bû. Konferansa ku bi niqaşên cuda dest pê kir û ji bo nasname, netew, yekitî û mafê gelê Kurd ên bingehîn pêk hat piştî niqaşên du rojan bi dawî bû. Di koferansê de azadiya Ocalan û yekitiya netewa gelê Kurd hat xwestin.
Konferansa ku li Otela Liluzê bi beşdariya 226 delegeyan pêk hat, piştî niqaşên fireh bi dawî bû. Li ser navê beşdarên konferansê Kordinatorê Înîsiyatifa Azadî Adem Ozcaner encamname xwend. Ozcaner, anî ziman ku Komara Tirkiyeyê, bi îdeolojiya fermî ya damezirîner, nimûneya herî ne baş a feraseta dewleta neteweyî ya tekperest daye sepandin û wiha got: "Wê tenê nexwestiye ku li bakurê Kurdistanê gelê Kurd û hemû civatên Kurdistanî bi pêkutî û kedxwariyê , bi tunekirin û koçkirinê di nav Tirkîtiyeke de bi zorê wan bihelîne, her wiha li Anatoliyayê jî bi ser hemû cudahiyan de firsend nedaye ku bijîn. Ji vî aliyî ve gel û çandên mîna asûrî-suryanî, ermenî, laz, gurcî, elewî, xirîstiyan, mûsewî, ereb,, çerkez, roman, Tirkman, mihelmî û êzidî û komên îslamî û cemaet û bi taybetî jin bûne mexdûrên çewisandin û mekanîzmayên çavtirsandinê yên hovane."
Ozcaner, da zanîn ku konferans, hemû şehîdên xwe û bi minet û rêzdariyê û bi rahmet bi bîr tîne û wiha hat gotin: “Serhildana di bin pêşengiya PKK'ê de ku ew xelekek van berxwedanan e, 30 sale didome. Digel hemû îmha, înkar, tehde û sepandinên Komara Tirkiyeyê ê wî demî jî, berhilistî û berxwedana gelê Kurd nehatiye şikandin. Di nav hesreteke wiha ya aştî û azadiyê de, konferansa me ya ku bi beşdariya hemû nasnameyên Kurdistanî ve civiya, ji bo dahatûya azad a Kurdistan û hemû herêmê, îradeyeke mezin derxistiye holê û îmzaya xwe avêtiye binê biryarên dîrokî.”

Biryarên ku hatine girtin

- Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane derfeket dîrokî afirand ye. Tevgera Kurd ji bo wê gavên samîmî avêtiye.Konferansa me dixwaze ku hikûmet jî bi heman samîmiyetê gav bavêje.
- Delegasyona me, di vê merheleya hanê de, ji bikaranîna zimanê hikûmetê wê heta bi amadehiyên leşkerî, çêkirina qereqolên nû û ji ber sepandin û pêkanînên der barê cerdevaniyê de, bi guman e. Em bang dikin ku ew dawî li van kirinan bîne, ji ber ku ev yek dibin sedemên têkçûna bêewlebûnê û muhakemekirina samimiyetê. Konferansa me, ji bo ku pêvajoya muzakereyan bi awayekî ewledar û bi selamet bê domandin, azadiya birêz Abdullah Ocalan ku aktora sereke ê wê pêvajoyê ye dixwaze.
-  Konferansa me gihîştiye wê biryarê ku heta Kurdistan nebe xwedî statuyekê, meseleya Kurdan jî çareser nabe.
-  Delegasyona me dixwaze ku Makezagoneke demokratîk û hemdem bê çêkirin. Xwestekên gelên Kurdistanê ên mîna azadiya bi nasnameya xwe birêxistinbûn, perwerdehiya bi zimanê dayikê û fermîtiya zimanê Kurdî divê di bin ewlehiya makeqanûnê de bin.
- Pirsgirêkên giran ên mîna xizanî, koçberî, bêkarî, rûxandinên ekolojîk bi dilşewatî li Kurdistanê têne jiyîn. Konferansa me bi ciwanên Kurdistanê bawere ku di awakirina pêşeroja Kurdistanê de û îradeya wan giring dibîne.
- Konferansa me dixwaze ku qanûn bêne guhertin ku di serî de girtiyên nexweş û zarok û hemû girtiyên siyasi serbest bêne berdan. Dewlet divê berpirsyarên xwe di hêla ronîkirina faîlî mechul û derxistina gorên komî de bîne cih.
- Konferansa me diyar dike ku di sedsala 21'emîn de yek pirsgirêka bingehîn jî nakokiya zayendî ye, rewşa jinan ku ew parçeyên sazûmankar û herî dînamîk ên civakîbûnê ne, ji rewşa civakê ne cuda ye û dipejirîne ku her cure arasteyên li ser jinan di heman demê de arasteyên li ser civakê ne. Li ser vê bingehê konferansa me îlan dike ku li hemberî her cure êrîşên li ser jinan ên madî û manewî ne.
-  Gelên mîna ermenî, asurî-suryanî,, ereb, mihellemî û Tirkmen û komên baweriyên mîna misliman, xiristiyan, mûsewî, ezdî û elewî ku li ser erdnîgariya Kurdistanê dijîn ji ber polîtîkayên dewletê û hişmendiya şaş ku van polîtîkayan rê daye, zor û zehmetiyan dijîn. Şert û mercên ku nasname bi azadî û li gorî baweriyên xwe bikaribin bijîn pêk bên. Konferansa me bangî hemû kesên ji axa xwe bi dûr ketine dike ku, paşde vegerin.
- Konferansa me nişan dike ku li gel şoreşa gel a Rojava ku gel bi siyaseta xwe ya xweser û bi hêza xwe pêkanî ye. Rojavayê Kurdistanê ku di kesayeta Desteya Bilind a Kurdan de bi awayeke girîng yekitî û tifaqa xwe pêkanî giring dibin e. Divê deskeftiyên Rojava ji aliyê hemû Kurdan bêne parastin. Konferansa me dixwaze deriyên sînor yên Rojava vekirî bimine û bang dike tevahiya Kurdistaniyan alikariya Rojava bike.
-  Konferansa me tîne ziman ku, kombûna Konferansa Neteweyî ya ku tevayê parçeyan di nav xwe de dihewîne xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Divê yekitiya neteweyî di asta herî jor de pêk bê. Em bang dikin ku Serokomar birêz Celal Talabanî, Serokê Herêma Kurdistana Federal Birêz Mesut Barzanî, Serokatiya Konseya KCK’ê û hêzên Kurdistanî hewlbidin ku Konferansa Neteweyî rojek beriya rojekê kom bibe.
-  Konferansa me bangî rexistinên navneteweyî û devletan dixwaze PKK ji listeyên terorê derkeve.
- Konferansa me, biryar daye ku makenîzmayeke ku rengdariya tevayên delegasyonên konferansê binimîne bi navê "Komiteya Yekitî û Careserî", ava bike. Ev makenîzma, ji tevlibûnên nû re vekirî be û biryarên ku konferansê girtine bişopîne, pratîze bike û di qadên hewcedarî de komîsyonan ava bike. Ew komîte pêvajoya muzakereyên demokratîk de xebatên xwe bimeşîne.
- Konferansa me bangî gelê Tirkiyeyê dike hûn jî îradeya me ya ku di vê Konferansê derket holê nas bikin, esas bigirin û pêkûtiyê deynin ser dewleta Komara Tirkiyeyê ku mafên gelê Kurd nas bike. Konferansa me piştgirî dide tekoşina meşru û demokratik ê gelên Tirkiye yê. 

DÎHA/AMED