Bi Biryarnameya Serokkomariya dewleta Tirk rêziknameya nû ya li ser girtîgehan di Rojnameya Fermî de hate weşandin.
Bi biryara Serokkomar a bi nimreya 2324 rêziknameya di sala 2006’an de hate rakirin û li şûna wê rêziknameyeke din hate bicihkirin.
Pêşnûmeya ku ji aliyê AKP’ê ve hate amadekirin û di raya giştî de wekî ‘efû’ dihate zanîn, hefteya borî pêşkêşî partiyên siyasî hatibû kirin.
Hate diyarkirin ku ev biryarname ji bo AKP û MHP’yiyan hatiye amadekirin û gelek qedexe tê de hene. Hiqûqnasan diyar kirin ku wê ev biryarname polîtîkaya cezanedayînê zêde bike.
Di biryarnameyê de Kurdî tune hate hesibandin û hate diyarkirin ku wê girtiyên siyasî nikaribin sûdê ji gelek sererastkirinên nû werbigirin. ANF/ ENQERE