Belê li ser Pazdehê Tebaxê re bîstûheṣt sal derbas bûn, gava mirov van hêjmaran dicarîne, dibîne ku dike (420) çar – sed – bîst. Eger mirov bi kûrahiya giyana fîlosofiyê li vê hêjmarê binêre, bi hêsanî dibîne ku ev hêjmareke gelek bi raz û wek formulekê ye. Ango; çar = çareserî, sed = sedîsed, bîst = tê bihîstin. Dibe xwenêr vê weki hêjmareke lihevhatî jî bibîne, lê bi rastî jî dengê tepîna lingên çareseriya kêṣeya Kurd û Kurdistan, bi deng û awazên gelek berz û gurr wekî mizginiyeke xêrê sedîsed tê bihîstin.
Navê Tebaxê yê din jî ji stêrka Gelawêjê tê. Dibêjin ev stêrk her sal tênê di vê mehê de bi çavekî zelal tê dîdin. Roja pazdehan nîvê vê meha pîroz e. Ango ji pazdehan pê ve encama vê mehê gav bi gav nêzîk dibe. Lema roja pazdehan di vê mehê de roja heri girîng, ya herî pîroz û bi wate ye. Di vê rojê de gerstarka Gelawêjê bi hemû bedewiya xwe ve xûya dike. Jiwê jî evîndar yarên xwe diṣibînin stêrka Gelawêjê. Di rojeke wiha payeberz de roja hêvîyê li Kurdistanê veda. Olana wê ya tirs xistiye dilê dijminan di vê dema me de hê gurrtir wek mizginiya serkeftinê pejn dide.
Dibêjin her destpêk nîvê serkeftinê ye. Ev nîvê serkeftinê di navenda meha pîroz ya gerstêrka Gelawêjê de wek tirêjên hêviyê li ezmanê welatê neviyên Med û Mîtaniyan bi mîsyoneke nû çirûsî, da tanê ku mirovahî li cihanê bijî, neyê ji bîrkirin.
Di jiyana mirovan de jî, temenê pazdehan temeneke gelek bi raz e. Xwîna mirovan di vê demê de herî zêde ber bi kemilandinê ve dikele. Pêvajoya gernasiyê jî di vî temenî de ye. Bayê evînê, hêviya gernas û qehremanbûneke wek Egîd di vî temenî de dest pê dike. Dema mirovan ya herî çalak û bi sêhra jiyanê di vî temenî de dagirtiye. Ji wê Egîd herî zêde di vî temenî de îdolê ciwanan e. Ango bi gotineke kurt û kurmancî ev dema di temenê pazdehan de kemilandina razên mirovbûnê ye.
Em carê jî li dirokê kevn, ta ku tê û digihîje roja pazdehên Gelawêjê binêrin:
Sala bîst û pêncan bi tevê çil û nehên li ber sêpiyan biribûn ji me bi dehezaran can, xwîn rijyabû li Geliyê Zîlan, çapemeniya wan kêlikê me li ser serê Agiriyê danîbûn bi nasnameya “meftûne li vir Kurdistan!” Li Dêrsimê azmûneke ji bo Holockosta Naziyan pêçabûn li ser serê gelê me, tirs daketibû ser xakê û bi rehwanî dibeziya.
Sal heṣtê leṣkerên dagirkerên xwînxwar û faṣîst dest danîbûn ser erkê serkariyê. Ciwan û zana, yek bi yek, kom bi kom xistibûn zindanan. Bedenên wan bi destê zebaniyên xwe bi hovane dizerandin, dixwestin bi tirsa mirinê bigirin bin fermanên xwe, Lê Mazlûm Ferhat, Xeyrî û Pîran mirin kirin goga tirsê û avêt ser rûçikê wan.
Berê pazdehê Gelawêjê li me dabûn, xwîn rijandibûn “teṣbîhî av!” Her çendî mirin hatibû bêminetkirin jî, her der fetisandibûn bi wê sawa tirsa bêbav. Kal dinaliya, dayîk xwîn dirijiyan, ciwan bê hêvî. Nalenal hêwirîbû li xaka welêt. Hêvî di kûrahiya ṣikeftên geliyan de wenda. Kesayetiyeke bi cil û bergên tirsê henase li giyanên welatê ṣêran çikandibû.
Gava çareseriyê, divîbû di temenê pazdehan de bi kuṣtina wê kesayetiya dîlê tirsê, bi çirandinê wê kirasê dilbizdînê, bi nû ve vejandina kakilê giyana berxwedanê dest pê bikira. Di pazdehê Gelawêjê de projeya hêviyê; pazdehsalî û kemilî bû. Çavên giṣtan vekirî, guh li wê dengê hêviyê, daku bibihîsin dengê guleya yekem, bikujin bi wê wê kesayetiya tirsonek ya tu sûd nedida û lixwekirana kirasê kesayetiya mirovbûnê.
Mazlûm ta ji Dêrsimê di ser Amedê re xetek zanîn û ṣiyariyê gihandibû Batmanê. Li wir Egîdek wek Mahsûm tîrêj dabû ser çiyayên berz. Wî soz dabû wan gernasên ku bi bedenên xwe mirin ji xwe tisandibûn. Wî gotibû; “ezê bikujim kesayetiya tirsonek, vejînim kesayetiyeke nû û bi anora netewî!” Bi xweṣikiyeka wek heyva çarderojî di çardehan de gihîṣtibû ber keleha Erûhê ya ji rêze çiyan, li benda kemilandina pazdehan bû.
Roja pazdehan, pazdehê Tebaxê, di bin awirên Gelawêj û heyva çarderojî de, bi fermana tirîjên rojê teqandibû guleya yekem. Lê çi teqîn; hemû giyanên tirsonek serûbin kiribû, giyana netewî rakiribû ji komaya narkozê! Li tevahiya Kurdistanê awir û nêrîn guherîbûn, berxwedan bi giyaneke nû diteyîsî, li wan çiyan pejn dabû navekî pîrozî û bi awaza: Heyyy! Egiiiiiddd!
Dijmin ṣaṣ û mat, xayîn melisî, cihan bi nû ve bi dengê giyana Kurdan ya bi salan bû di komaya narkozêde hatibû hîṣtin hesiya. Starn li ser starnê bi awazan bilind dibû. “Roja Pazdehê Tebaxê” mohra xwe li rûpelê dîroka nûjen da. Bû mîlada nûvejînê, tirsa li ser dilê dijmin, hêviya welatê rojê.
Bila her bijî roja pazdehan, Pazdehê Tebaxê. Wê azadî di bin fermandariya Mazlûm û Egîdan de li ser wê xaka pîroz gul vede!
Bistûheṣt cara Pazdeh : Çarsedûbîst