HEYSEM MISLIM / ANHA / KOBANÊ

Li Kobanê bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re gelek xewn û xeyalên Kurdan pêk hatin. Yek ji wan jî avakirina Zanîngeha Kobanê ye. 

Pêşî Saziya Zimanê Kurdî, piştre Akademiya Viyan Amara, peymangehên branşan û amadekirina mamosteyan vebûn û gav bi gav ber bi avakirina zanîngehekê ve çû.

30’ê Îlona 2017’an Zanîngeha Kobanê vebû û 10’ê Kanûnê jî bi awayekî fermî dest bi semînerên xwe kir. Par 2 fakulteyên bi navê Zanyariyên bingehîn ên beşên Fîzîk, Kîmya, Bîrkarî û fakulteya Wêjeya Kurdî ya beşên ziman û wêjeya Kurdî hebûn.

Par hejmara  xwendekarên wan kêm bû

Hevserokê Zanîngeha Kobanê, Dr. Kemal Besrawî têkildarî kar û xebatên zanîngehê axivî. Dr. Kemal Besrawî got, par hejmara xwendekarên wan kêm bû, ev jî ji ber kêmbûna derfetan a perwerdeyê bû, lê dîsa jî serketî bû.

2 beş hatine zêdekirin

Besrawî destnîşan kir ku amadekariyên sala nû ya perwerdehiyê dewam dikin û 2 beş li fakulteyan hatiye zêdekirin, ew jî Biyolojî û wêjeya Erebî ye. Ev beş wê li Girê Spî girêdayî Zanîngeha Kobanê be.”

Dr. Besrewî têkildarî pêwîstî û zehmetiyên perwerdehiyê jî got, “Vekirina zanîngehekê ji her alî ve ne pirr hêsan e. Ji şêwazê rêveberiyê bigire heta ders û sazûmaniya perwerdehiyê. Bi taybet di warê perwerdekirin mîna kadroyên bi tecrube yên di pîşeyê xwe de bûne dixtor dîsa master pir kêm in. Ji bo perwerdehî dewam bike û xwendekar ji xwendinê nebin, hinek caran em neçar diminîn mamosteyan li ser tecrûbeyên kar bigirin bêyî ku master yan doktoraya wan hebe. Dîsa ji bo labaratûwar û beşên zanîstî amûr kêm in û peyde nabin. Ji bo wê, em îsal ketine nava hewldanan ku têkiliyên xwe bi zanîngehên derve re çêkin da ku hinek amûr ji bo van mijaran peyde bikin.”

Daxwazên xwendekaran hene

Dr. Besrawî bi bîr xist ku li gorî par miracaeta xwendekaran îsal zêdetir e. Dr. Besrawî da xuyakirin ku her sal hem rêjeya xwendekaran û hem jî beşên nû li Zanîngehê zêde dibin û wiha peyivî: “Daxwazên xwendekaran yên li ser beşên cuda hene. Lê li gorî derfetên niha li ber dest, derfet nînin ku em wan vekin. Bi qedandina avahiya nû ya Zanîngehê re wê xebatên vekirina hemû beşan bê kirin. Wê demê wê Zanîngeha Kobanê ji bo hemû xwendekarên Kobanê û herêma Firatê, vekirî be.”