Zanîngeha Kobanê di 28’ê meha Tebaxê de dest bi qeydkirina navên şagirtan ji bo sala nû kir. Qeydî di 27’ê Îlona 2018’an de bi dawî bûn û 1’ê Mijdarê zanîngehê dest bi sala xwe ya nû kir.

Hejmara şagirtan û kadroyan par kêm bû, lê belê îsal hejmara şagirtan zêde bûye û zanîngehê ji bo ku ti pisgirêk ji şagirtan re dernekevin, kadroyên ku perwerdeyê bidin, amade kirin û beşên nû ji bo şagirtan vekirin.

Hevserokê zanîngehê Kemal Mehmûd Besrawî li ser mijarê got, “Me hejmara kadroyên perwerdeyê îsal zêde kir, 3 kadroyên Fakulteya Zanistên Bingehîn û 3 kadroyên masterê, bi tevahî hejmara kadroyan niha li zanîngehê 24 e.”

Li zanîngehê par bi tenê beşên fizîk, kîmya û bîrkarî li Fakulteya Zanistên Bingehîn û Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hebûn. Lê îsal  hine beşên din lê hatine zêdekirin, weke biyolojiyê ku di Fakulteya Zanistên Bingehîn de hate vekirin.

 

ANHA / KOBANÊ