Derhênerê filma Bizin, Bogaç Ûzûn bi filmeke kurt tesîreke mezin dike, ji bo mijara filmê a ngo zimanê dayikê jî dibêje, „Meseleya zimanê dayikê ne meseleyek e ku bê daxwazkirin. Jixwe divê hebe.“ NECLA DEMÎR / MA / STENBOL Derhênerê filma „Bizin“ Bogaç Ûzûn dibêje, „Bizin filmeke kurt e, lê bandoreke wê ya zêde heye.“ Derhêner Bogaç Ûzûn ji bo balê bikişîne ser çewisandinên li ser ziamanê Kurdî, filma bi navê “Bizin” çêkir. Bizin ewilî bi awayekî online di Mîhrîcana Filman a Filminute Internationalê hat nîşanda û Xelata Yekemîn a Juriyê wergirt. Her wiha di Mihrîcana Filman a 37’an a Stenbolê de jî di nav nêzî 300 filman de di nav 12 filmên ewil de cih girt û wê di beşa “Pêşbirka Filmên Kurt a Navneteweyî” de cih bigire. Film 15 deqîqeyan dirêj e, lê belê derhêner ew daxistiye deqeyekê. Her wiha di Mihrîcana Filman a Stenbolê de xelata filma herî kurt jî wergirt.   Li Mêrdînê hatiye çêkirin Dimenîn filml li Mêrdînê hatine girtin û wê di 15’ê Nîsanê de di Odîtoryûma Muzeya Perayê de bê nîşandan. Her wiha wê di Hezîranê de jî li Emerîkayê di beşa “Pêşbirka Filmên Kurt a Navneteweyî” ya Mihrîcana Filman a Navneteweyî ya Scootê cih bigire. Bi sê hevokan sê filmên cuda Derhênerê Bizinê, Bogaç Ûzûn xwendekarê pola sêyemîn a Beşa Sînema û Televîzyonê ya Zanîngeha Dîcleyê ye. Ûzûn diyar kir ku wî nexwestiye bi budceyeke zêde film çêke û xwestiye bi ekîbeke biçûktir temasî gelek mirovan bike. Ûzûn got, “Dixwazim hin kesên ji derdorên cuda vê filmê bîbînin. Li ser vê min biryara da ku film dabeşî 3 perçeyan bikim. Jixwe di senaryoka orjînal de jî 3 tişt hene ku min dixwest bibêjim. Min got ez her sê hevokan bikim sê filmên cuda û bikişînim.” Ûzûn diyar kir ku ji van filman a ewil “Bizin” bû.   Keçiya bi Tirkî bizina bi Kurdî Ûzûn, diyar kir ku di filmê de xwendekara pola 3’yemîn Melek a 10 salî dilîze, dema “keçî” dinivîsand di bilêvkirinê de zehmetî dikişand, lê belê dema digot “Bizina min” peyv li devê wê rûdinişt û ji bo ku ew vê rewşê baş bide der, ev bi baldarî tev geriyaye. Ûzûn diyar kir ku di dema girtina dîmenan de ew ketin dersa Tirkî, lê belê zarokan dixwest bi zimanê xwe bên perwerdekirin û biaxivin. Ûzûn destnîşan kir ku zarok dibêjin, qey ew bi Tirkî diaxivin, lê belê di dersê de bi Kurdî diaxivin û got, “Meseleya zimanê dayikê ne meseleyek e ku bê daxwazkirin. Jixwe divê hebe.”   Temaşevanan jî dixe bin nîrê xwe Herî dawî Ûzûn diyar kir ku eywanên sînemayê dewama feraseta nêrza ne û got, “Eywanên sînemayê ji aliyê hêzên nêrza ve hatine çêkirin û ev yek temaşevanan jî dixe bin nîrê xwe û bi wir ve kelemçe dike. Dîmenan dide ber çavên wan. Ji ber ku ji pêşandanên sînemayê ditirsim, min ewil Bizin şand mihrîcana online. Paşê min ferq kir ku girse û formen huner ên cuda hene. Min got, divê tiştên dixwazim bibêjim, di kadrajê de bi cih bikim, bisêwirînim. Li ser vî esasî min serî li mihrîcanan da. Bizin di 15’ê Nîsanê de wê di Mîhrîcana Filman a 37’an a Stenbolê de bê pêşandan. Em li benda herkesî ne. Her wiha wê di dema nîşandanê de suprîzeke min jî hebe. Melek wê cara ewil li eywana sînemayê li filma xwe temaşe bike. Her wiha planek me heye ku em li Mêrdîn û kafeyên li wir, tevî gel li filmê temaşe bikin.”