
Sermayê dijwar li Amedê cîhê hiştibû ji mij û moranê re. Nemaze serê sibehê. Pîştî nivro hêdî hêdî dinya xweştir û hewa zelaltir dibû. Mij hînekî sivik bibû.
Wek ku me li hev kiribû, bihara 2013’an, bi du dostên xwe yên Liceyî ve me da rê û em çûn Licê. Ez cara yekem ku diçûm Licê. Lêbelê min Liceyî baş nas dikirin.
Hîn dema zarokatiya me de, qaçaxçiyên Liceyî ji Licê dihatin di ser gundê me re derbasî Binxetê dibûn û pişt re ji Binxetê dihatin dîsa di gundê me re diçûn Licê. Hespên wan rewan bûn, barkirî li nav siwar û tifingên wan li ser çogên wan bûn. Carnan li gundê me di bûn mêvan û stran digotin. Piştre di dema dibistanê de ez rastî Liceyiyan hatim.
Dema ez hatim Swêdê min ji nêz ve gelek dost û hevalên Liceyî nas kir û me li gel hev kar kir. Min di van bûyerên salên dawî de Liceyiyan şopand û li ser Licê gelek nivîs û pirtûk xwend.
Deşta Fîsê
Belê, em ji Amedê ketin ser riya Licê. Di ser çemê Tigrîs (Dîcle) re heta dûriya Farqînê rasterast çûn û piştre em ji riya Farqînê qetiyan û me berê otomobîla xwe da Bakur. Li herêma gundê Mermelerê em gehîştin ”koloniyên” Liceyiyan. Ango zeviyên Liceyiyan heta deşta Amedê hene. Çend kîlometre bi şûn ve depoya mezin a petrolê ku bi pompê dikşînin warê Tirkan balkêş û bi heybet bû.
Karaz ku berê gundê Licê bû aniha bûye bajarok, pişta xwe dabû çiyê û berê xwe bi deşta Amedê ve kiribû. Ji Karazê şûn ve me deşt derbas kir û em gehîştin çiyê. Di nav du zencîrên çiyan de naverasteke zirav û dirêj derket pêş me: Deşta Fîsê. Li herdu aliyên re xanî lêkirine. Û Fîsa kevn li milê rastê, ji rê dûr li hevrazeke dixuya. Piştî şewat û xerabkirinê niha carek din çend mal li heman cihî hatine avakirin.
Bûye pîrozgeheke Kurdan
Em hatin dawiya deşta Fîsê, ciyeke bi dar û ber û çend kavilên xaniyan li kêleka rê hebûn. Em rawestan û çûn nav wan kavilan. Yek ji wan ya dîrokî bû ku di sala 1978’an de PKK kongreya xwe ya yekem li wir li dar xistibû. Me çend dîmên wê xirbeyî girtin. Ew di nabêna çend darên tûyê de bûye pîrozgeheke Kurdan.
Li hember çiya û Zarga Fîsê û li quntara çiyê ala PKK li ser zinêr neqş kirî ye, rêwiyên ku diçin û tên, ji dûr ve wê dibînin. Li vir, mirov, bi xwe bawerî, guman û meraqa Liceyiyan re rû bi rû dibe.
Wa diyar e ku li ser riya Licê hertim kontrola leşgerî heye. Her çar alîyên Licê bi leşkeran ve dorpêçkirî ye. Gava mirov digihêje bajêr dezgeha leşkerî heye. Dema mirov ji bajêr derdikeve li ser riya Pasûr û Mûşê qerergaha leşkerî heye. Dibistana ”yatili (leylî)” qereqola eskeran e. Û nexweşxane jî kirine qişla eskerî.
Licê bi xwe zilm û çavsoriya salan vedibêje
Ordiya Tirk radar û qerargeha xwe li hember Licê, Hênê û Pasûrê, ango Torosên başûr û raserî deşta Amedê, li pozê Çiyayê Engul û Hezanê bi cîh kirine.
Di nav gomên deşta Licê re em gihiştin navenda Licê. Em bi otomobîla xwe li nav taxên Licê geriyan. Rewş felaket e. Pêwîst nake ku Liceyiyeke ji mirov re behsa vê zilm û zordestiya salan bike, bereqeyên (prefabrîkên) Licê ji mirov re bi dokument behsa zilm û çavsoriya salan vedibêjin.
Sê caran şewitandin
Liceyî dibêjin: ”Gelek caran erd û asîman li me hatîye xezebê”. Beriya erdheja sala 1975’an Licê mîna gerdenekê li kontara ciyayê Şîro bû. Aniha bajar li naverastê daketîye jêra çîyê.
”Di dîroka Komara Turkîye de Licê bi gundên xwe ve sê caran ji aliyê dewletê ve hatiye şewitandin, werankirin.Şewata yekem di sala 1927’an de piştî şikestina Şerê Şex Seid bûye. Şewata duyem di sala 1928’an de ku Liceyî dibêjin sala şewatê dîsa dewletê şewitandiye.Şewata sêyem û ya herî dawî jî di sala 1993’an de destpêkirîye û heta sala 1995 dom kirîye” (Amed Tigris, Licê, Weşanê APECê, Stockholm 2008)
Licê xopan e, weran e
Şopa şewatê, derbên fîşekan yên li dîwarên malên ji baraqan û kîna li hember desthilatdarîyê, li kolanên Licê aşkere ne. Licê xopan e, Licê wêran e. Licê bîrindar e. Licê li ser pîyan e. Derbên ço yên Liceyîyan giran e.
Aniha pirtûkek din gihiştîye destên me xwendevanan. Şopên şewata Lice yan 1993-19935’an. Ji bo ku bar giran nebe, Rojin Zarg, bi navê ŞOPÊN ŞEWATA LICÊ 1993’an, pirtûkeke dokumenter amade kiriye.
Rojîn Zarg dinivîse di pirtûkê xwe de wiha dinivîse: ”Min hewl da ku di bîst saliya şewitandina Licê de navend û gundên Licê yên ku di navbera salên 1993-1995’an de hatine şewitandin û vala kirin, bûyerên wan yek bi yek ji devê kesên yekem guhdarî bikim û binivîsînim…”
Ev dokumenter xwêziyê di qirika mirov de dihêle. Rojîn Zarg rê li ber gelek kesan vekiriye ku serpêhatîyên xwe, gund û bajarên xwe bi xwendevanan re par veke. Rê bidin min ji vê pirtûka Şopên Şewata Licê 1993, nivîsa bi navê ”Bizmarê Zingarî”, hinekî kintir bi we bigihînim:
Bizmarekî zingarî derxist
”Çend sal beriya niha bû. Em ê ji Hewlêrê biçûna Maxmûrê. Di nav pîkabê (erebê) de ciyê rûniştinê nema bû. Ez û hevalekî Ii paşiya pîkabê runiştin. Keçika ciyê wê li pêş bû çewalek gûzên Qendîlê danî cem me û çû li ciyê xwe yê li pêş rûnişt. Hevalê ku li kêleka min rûnişt xortekî kej û bêdeng bû. Her çiqasî hevalan pesnê gûzên Qendîlê dabûn jî, lê derfet çênebû ku ez heta wê demê gûzên Qendîlê tahm bikim. Min ji hevalê kêleka xwe pirsî:
- Navê te bi xêr?
- Navê min Azad e.
- Azad tu ji ku yî?
- Ez ji Licê me.
- Hooo! Em hemşerîyê hevdû ne.
- Ma tu jî ji Licê yî?
- Belê ez ji gundê Fîsê me.
- Ez jî ji navenda Licê me.
Her çiqasî ez bi Azad re dipeyivim jî, bala min li ser çewalê gûzan bû. Min destê xwe kir nav çewalên gûzan, çend gûz derxistin û kir nekir di nava kefa destên min de nehatin şikandin. Min ji Azad pîrsî:
-Tiştek wekî kêrê tune ku em gûzan pê bişkînin?
Azad destê xwe kir bêrîka xwe kêreke biçûk û sertûj derxist. Min ji dest wî girt û bi serê tûj pê gûz perçekir û kakilê wê derxist… Piştre Azad jî dest bi şikandina gûzan kir. Di vê rêwîtîya dom û direj de min dîsa ji Azad pirsî:
- Hevalê Azad ev çend sal in ku tu ji Licê derketî?
- Ez piştî şewata derketim û 13 sal in (2006 bû niha dike 21 sal) ku ez ji Licê derketime.
- Xebera dê û bavê te heye ku tu li van deran î û dijî?
- Na wele, min heta niha ji wan re ne nameyek şandîye û ne jî telefonek kirîye.
- Malneketo! Ma tu nizanî ev qas sal in ku dilê dê û bavê te li ser av û agir in. Çavên wan li riya dûr e. Çi mafê te heye ku tu malbata xwe wisa xemgîn bikî? Ma te bêrîya dê, bav, xwişk û birayên xwe nekirîye gelo?
Li ser van gotinên min, Azad destê xwe kir bêrîka şapikê xwe kaxizek wekî cixarekê pêçandî derxist û vekir. Di nav wê de bizmarekî zingarî derket û di nav kefa destê xwe de nîşanî min da û got:
- Di sala 1993’an de dema li navenda Licê esker agir berdan xaniyê me û şewitandin, ji derî vî bizmarê zingarî tu tiştekî me nema. Min ev bizmarê zingarî girt kir bêrîka xwe û berê xwe da çiyayên wekî navê xwe.
Azad carek din bizmarê xwe yê zingarî pêça û kir bêrîka xwe ya hundir. Ez ketim nav xewn û xeyalan, îlham û helwesteke nedîtî bi min re peyda bû ku dema ez vegerim ez ê lêkolînekê li ser şewata Licê ya 1993’an bikim. Mixabim min niha derfet dit ku bîranina bizmarê zîngarî bi cî bînim. Bizmarê Zingarî di 21 saliya şewata Licê de bû sedema awêneya dîroka Licê.”
Bi rastî pirtûka ”Şewata Licê 1993” hêjayê xwendinê ye.
SEYÎDXAN ANTER/NISÊBÎN