Li bakurê Kurdistanê, dewleta Tirk li dijî Kurdan şerekî giştî dimeşîne. Firehiya çeperê vî şerî ne tenê axa Bakur e û hedef jî ne tenê Kurdên Bakurî ne. Herwiha axa Başûr û Rojava jî tê bombebarankirin û tê xwestin ku hemû destketî û têkoşîna Kurdan bê lawazkirin. Êrîşên bi kîn û çavsorî nîşan dide; ku meseleyê wek 'şerê dawî yê li dijî Kurdan' hiltînin dest.
Ji 24'ê tîrmehê vir de daristanên Kurdistanê tên şewitandin, navçe û bajar tên bombekirin û wêrankirin, zar û zêçên Kurdan ên 7-8 salî ji hêla nîşangirên arteşa Tirk ve têne kuştin, gund û zozan ji xelkê re tên qedexekirin, gund têne valakirin, şaredarên Kurd ên bi ji sedî 90'î zêdetir dengên xelkê hatine hilbijartin û bi sedan aktîvîstên rêxistinên legal têne girtin...
Gorî daneyên Komala Mafên Mirovan di nava du mehên dawî de 78 Kurdên sivîl ji hêla polîs û leşkerên Tirk ve hatine kuştin.
Wer xuya ye ku ev zilm hên jî çavên rêveberên dewleta Tirk têr nake û ew ji bo bilindkirina şer û wêrankirina Kurdistanê di nava planên nû de ne. Herwiha ev tê wê maneyê ku dewlet hên jî siberojeke bi hev re ya bi Kurdan re, plan nake û di jiholêrakirina vîna Kurdî û nirxên Kurdewarî de bi israr e.
Herwiha helwesta partiyên klasîk ên rejîma Tirk jî bi aşkereyî radixe pêş çavan; ku ev şerekî rejîmê yê giştî ye. Ji ber vê yekê ye, ku partiyên rejîmê AKP, CHP, MHP û yên din ên biçûk, gişt li dijî Kurdan bi hevre tevdigerin û xwediyê helwesteke tekane ne. Bi taybetî ji hêla CHP'ê ve erêkirina 'Tezkereya Iraq û Sûriyê' aşkere kir, ku Kurd û hinek demokratên Tirk ên di nava HDP'ê de hatine cem hev, li hemberî vê 'Bloka Şer' bi serê xwe tenê ne...
Halbûkî ji raya giştî hinekan wer dipa û hêvî dikir ku CHP tevlî vê bloka şer nabe û belkî ji bo aştî û çareseriya pirsgirêka Kurdî piştgiriyê bide. Lê rêveberiya CHP'ê li şûna aştiya civakî, parastina rejîma zilmkar û înkarker tercîh kir û bû hevkarê AKP û MHP'ê.
Partiya Dad û Pêşketinê (AKP) bi daxwaziya Serokomar Recep T. Erdogan ji bo gurkirina şer û lawazkirina siyaseta Kurdî her cûre dek û dolaban dixe meriyetê. Van rojan, polîtîkaya pûç a parçekirina beşên Tevgera Azadiyê ya Kurdî dîsa bi riya çapemeniyê tê gurkirin. Wekî ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Azadiyê, du siyasetên li dijî hevdû ne, tê pêşkêşkirin û daxuyaniyên wan tên berovajîkirin...
Ji xwe ev şerekî psîkolojîk e û armanca wê jî şîlokirina hişê xelkê ye. Li beramberê van polîtîkayên qilêr gereke Kurd û siyaseta Kurdî jî qasî 'bloka şer' bi yek dengê qise bike. Helbet tu kes naxwaze şer hebe. Kurd û Tevgera Azadiyê jî ne hezkiriyên şer in. Xwezî li hemberî Kurdan muxatabekî demokrat û xwedîwijdan hebûya û pirsgirêka Kurdî bi riyên diyalog û demokratîk bihata çareserkirin. Lê dewlet di polîtîkayên şerxwaz de bi israr e û partiyên wê yên klasîk gişt bi wê re ne. Li hember vê yekê ji Kurdan re tenê du rê dimînin; an teslîmbûn an jî berxwedan.
Kurd ji bo jiyaneke bi rûmet, tercîha xwe ji hêla berxwedanê kirine. Wan ji tu kesî re şer îlan nekiriye û tenê li hemberî rejîmeke zilmkar hebûn û nirxên xwe diparêzin. Ji ber vê yekê wexta ku analîz an jî nirxandin têne kirin, bi taybetî jî siyasetmedarên Kurd, xwedî nêrînên cihê bin jî, gereke bi vegotinên xwe moralê xelkê xirab nekin û moralê nedin xwediyê rejîma înkarker.
Di vê pêvajoya hesas de, ne tenê yên Bakurî, siyasetmedar û rewşenbîrên ji parçeyên din jî gereke bi vegotin û analîzên xwe tenê xizmetî yekîtiyê û parastina destketiyên neteweyî bikin. Neyar di zilmê de bi yek deng in, gereke Kurd jî di berxwedan û têkoşînê de bi yek deng bin...